Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e

  • rojane
  • 10:04 13 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL - Li Libyayê ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe li Fasê di navbera hêzên Hafter û Serrac de peyman hat îmzekirin. Lê tevî peymanê jî hêj nediyariyek heye. Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, li ser rewşa Tirkiyeyê ya li Libyayê anî ziman ku li Tirkiyeyê valahiya otoriteyê heye û ji ber vê yekê ketiye Lîbyayê. Ozogurlu, ji bo komên çekdar ên paramîlîter ku Tirkiye ew ji Sûriye şandin Lîbyayê jî got: "Rewşa wan ne diyar e."

 
Li Libya demek dirêj şerê navxweyî heye. Gelek welatên cîhanê jî tev li vî şerê navxweyî bûne. Di 21'ê tebaxê de rêveberiya Trablus û Tobrukê agirbest îlan kiribû. Dixwazin vê agirbestê derbasî pêvajoya siyasî bikin. Di şertên agirbestê de bêçekkirina bajarên Sirte û Jufra jî heye. Li gorî peymanê xwestin hilberîna petrolê ya 7 mehin hatiye rawestandin ji nûve dest pê bike. Dîsa tê xwestin ku bi hilbijartina 2021'an ku tê plankirin re hêzên derve û hêzên bi pere yên paramîlîter derxin dervê welat.
 
Têkildarî mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, li ser peyma di navbera hêzên Hafter û Sarrac ên li Liblayê de hat îmzekirin nirxandin kir. Ozugurlu, anî ziman ku hêzên Hafter û hêzên Sarrac li Fasê peyman îmze kirin, lê nediyariya aqûbeta hêzên paramîlîter Tirkiye ji Sûriye şandine Libyayê nediyar e." Çend roj berê welatêy Yekîtiya Ereb bang li Tirkiye kiribû ku bê şert û merc ji Libya, Suriye û Iraqê derkeve. 
 
Ozugurlu, banga welatên ereb û rewşa Libyayayê nirxand û wiha got: "Peyman di navbera Hafter û Serrac de pêk nehatiye. Peyman di navbera hêzên ku ji derve tev li eniya şer bûne de pêk hatiye. Ji ber ku heta niha tu enî bi ser neketine ev peyman îmze kirine. Di Konferansa Berlînê de jî li ser çareseriyê hûr bûn. Di vê konferansê de hat xwestin ku hêzên cîhatkar û hêzên çekdar ên bi rêyên qaçax ketine Libyayê ji axê bên derxistin. Dîsa xwestin ku pêvajoya siyasî bê destpêkirin. Li gel van hemû niqaş û daxwqazan nediyariya hêzên çekdar ên paramîlîter didome."
 
ÇIMA OPERASYONA LI SIRTE RAWESTIYA
 
Ozogurlu, anî ziman ku Sarrac ku Tirkiye piştgirî didê yê, ji bo Sirte bi dest bixe, lê li aliyê din jî amadekariyên Hafter ên dijber temam bûne. Her kesî bi çavê teqez dinerî ku dê li wir şer dest pê bike. lê wisa nebû. Ji ber ku li wir rewşek cuda heye. Li Sirte petrol heye. Eger Sirtê ji hêza Hafter bê stendin, vê carê nayê hesabê welatên ku piştgiriyê didin Hafter. Ji ber ku welatên piştgiriyê didin Hafter nayê hesabê wan naxwazin Sirtê ji destê Hefter derkeve. Li aliyê din Tirkiye jî piştgiriye dide heza Serrac û dixwaze Sirtê ji Hefter bistîne. Lê bi şiklekî peyman pêk hat." 
 
LI FASÊ LI SER 3 XALAN LI HEV KIRIN
 
Ozogurlu, anî ziman ku li Fasê li ser 3 sernavan li hev kirin û wiha got: "Li gorî peymanê divê her du alî hev kontrol bikin. Divê her du di nava hevde erdnîgariyê li hev par ve bikin. Li ser xala Banka Navendî, Saziya Petrola Neteweyî û Hêzên Çekdarî li hev kirin. Di milê hêzên çekdarî de Libya du serî ye. Di nava van herdu aliyan de pirsgirêka erka eskerî heye. Dîsa xala din jî Rêxistina Petrola Neteweyî ye. Petrola ku li Libya tê derxistin li herêma hêza Hafter hilberîna wê tê kirin. Lê pereyê wê didin Banka Navendî ya Lîbyayê. Li aliyê din jî Banka Navendî di destê rêveberiya Serrac de ye. Ji ber vê yekê aliyê hêza Hafter hilberîna petrolê rawestandibû. Ji ber ku pereyê diçû ji Banka Navendî re wek hev nedihat parvekirin. Hafter dixwest pereyê petrolê li şûna bidin Banka Navendî bidin bankayek neteweyî. Dixwest ev pere bê zanîn û wek hev li her kesî bê parvekirin. 
 
Dîsa xalek din a peymanê Banka Navendî bû. Li gorî peymanê xwest Banka Navendî û Saziya Petrola Neteweyî karibin hev kontrol bikin. Peymana li ser Banka Navendî wiha ye. Hem Hafter û hem jî Serrac pereyên ku biçin Banka Navendî divê karibin kontrol bikin. Eger Hafter bibîne Banka Navendî di pereyan de şaşiyek kiriye, dê hilberîna petrolê rawestîne. Lê li aliyê din jî Serrac ku banka di destê wî de ye, bibîne Hafter li hemberî wî şaşiyek kiriye, dê vê carê pereyan ji ser wan qut bike. 
 
Ozugurlu, li ser parvekirina erdnîgariya Libya jî rawestiya û wiha axivî: "Her hêzekê herêmek axa Lîbya xistiye destê xwe. Eger li ser hêza çekdarî li hev kirinek pêk bê û karibin hev kontrol bikin û karibin diyalogê pêş bixin, wê demê her alî divê aliyê xwe kontrol bike. Lê serê îhaleyê vekirî ye. Her demê dibe ku dîsa şer rû bide. Vîna herdu aliyan heye ku dawî li şer bînin. Lê hêzên navneteweyî bandorê li ser peymanê dikin. Wekî Turkiye li ser Lîbya bi bandor e. Ji bo berjewendiyên xwe hêzan bi rêve dibe. Em ê binerin ku dê hêzên navneteweyî û derve destûr bidin ku hêzên herêmê karibin bi vîna xwe ya azad tev bigerin û bliryarê bidin." 
 
HÊZA PARAMÎLÎTERAN NE DIYAR E
 
Musa Ozogurlu, anî ziman ku rewşa hêzên bi çek ên paramîlîter ên ku Tirkiye ji Sûriye şandine Libya ne diyar e û wiha got: "Li gorî peymanê divê hêzên bi çek û paramîlîter derxin dervê axa Libyayê. Lê Serrac heta ku xwe tam di ewlehiyê de nebîne naxwaze hêzên paramiliter derve dervê welat. Eger  Serrac bi rastî jî xwe di ewlehiyê de bibîne, dê bi gelek welatên ku Tirkiye li hemberî wan e re peymanê çêke. Ger ku welatên din jî rast nêzîk bibin dê hêzên bi çek û paramîlîter derxin derve. Di encamê de divê hikûmeta Serrac vê yekê pêk bîne. Eger Sarrac bi Meclîsa Nûnertiyê re pirsgirêkê derxe û li gel Meclîsa Nûnertiyê ya Hafterê tev bigere dê ji bo Serrac talûkeyek mezin be."  
 
TIRKIYE JI VALAHIYA OTORÎTEYÊ SÛD GIRT Û ESKER ŞANDIN
 
Pere û mastrafên hêzên paramiliter ên Tirkiyeyê ji aliyê Katar û hikûmeta Serrac ve tê dayîn. Di milê aborî de tu zerara Tirkiyeyê çênabe. Dijberî vê yekê Tirkiye qezenc dike. Yek ji sedema ku hêza Hafter petrol rawestand jî ev bû. 
Em dibînin ku peymanên navnerteweyî êdî nakevin meriyetê. Dema ewil Tirkiyeyê esker şand Libyayê ewil bala kesî nekişand. Ji ber ku konjonktura navneteweyî ya niha destûr neda vê yekê. Niha li Tirkiye valahiya otoriteyê heye. Hêzên kurevî yên din bi derdekî din ketine. Rewşa wan a hêzên eskerî yên Tirkiye bişopînin tune ye. Tirkiye ji vê valahiyê sûd girt û seker şandin Lîbyayê." 
 
Ozgurlu, bal kişand ser civîna ku Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb û wiha got: "Wezîrên Derve yên Welatên Ereb xwestin Tirkiye hêza xwe ji Libya, Irak û Suriye vekişîne. Bang li Tirktiye kir ku hêza xwe ya nava axa wan vekişîne. Yekîtiyên Ereb di mijara Filistinê de heta niha qet nebûne yek. Di mijara Tirkiyeyê de jî qet nebûne yek. Eger welatên Ereb di mijara Lîbyayê de li dijî Tirkiye bibin yek dê karibin bandorê li ser Tirktiyeyê bikin." 
 
MA / İdris Sayılğan
 

Sernavên din

17/09/2020
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin