AMED – 4 kesên ku li navçeya Licê ya Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Rojek berê leşkeran bi ser mala malbata Elma ya ku li gundê Xosor ê navçeya Licê ya Amedê dijî de girtibûn û ji heman malbatê 4 kes binçav kiribûn. Yildiz Elma, Fatma Elma, Caner Elma û Ferhat Elma ku hatibûn binçavkirin, piştî ku li Miduriyeta Polisan a Licê gotinên xwe dan, hatin berdan.