ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, wê Selahattîn Demîrtaş ziyaret bikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, wê biçin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li wir girtiyê dê ziyaret bikin.
Di nişeya agahiyê ya Buroya Çapemeniyê a HDP’ê parve kir de, hat gotin, wê di hevdîtina bi Demîrtaş re bê kirin de, ligel pêşketinên siyasî, wê gelek mijarên krîtîk ên HDP Û Tirkiyeyê eleqer dikin, bên nîqaşkirin. Hat diyar kirin ku bernameya têkoşîna HDP’ê ya ji bo dema bê jî dê di hevdîtinê bê destgirtin.
Hevserokên HDP’ê Bûldan û Sancar piştî serdanê wê saet 15:30’an li ber girtîgehê daxuyanî bidin çapemeniyê.