NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 527 kesên din jî pê ketine.
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hezar û 527 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine.
Li gor daneyên dawî hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 7 hezar û 56 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bûye 291 hezar û 162.