Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye

  • rojane
  • 09:20 14 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL - Rojnamevanên kurd, diyar kirin ku li ser erdnîgariya kurdan ji zû de ye şer û komkojî pêk tên û gotin: "Dermanê êş û birîna me ya bi hezaran salan yekîtiya neteweyî ye." 
 
Her diçe li erdnîgariya kurdan binpêkirinên mafan zêdetir dibin û şer jî gurtir dibe. Rojnamevanên çar perçeyên welêt êrîşên li ser kurdan nirxandin û bal kişandin ser "yekîtiya neteweyî."
 
Rojnamevan Ekrem Berakat ku li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê didomin. Berekat, destnîşan kir ku armanca van êrîşan pergala Modernîteya Demokratîk a gelê kurd e. Berekat, bilêv kir ku kurd li dijî kesî ranabin û bal kişand ser têkşikandina DAIŞ'ê: "Piştî vê kurd liq ada navneteweyî hatin naskirin. Berê li qada navneteweyî nîqaşên bi rengê 'Gelo krud hene yan ne?' dihatin kirin. Lê belê piştî têkoşîna ji Kobanê dest pê kir heya Dêra Zorê çû, kurd hatin naskirin. Niha cîhan hemû kurdan nas dike. Lê belê mijara 'Gelo wê kurd bibin xwedî statu yan na?' tê nîqaşkirin. Di rewşeke wiha de yekîtiya neteweyî ya kurd bivênevê ye."
 
DIVÊ BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ ESAS BÊN GIRTIN
 
Berekat, destnîşan kir ku rêya zeximkirin û parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî ye û got: "Yekîtiya ku divê bê kirin, divê ne yekîtiyeke navbera perçeyan be, divê yekîtiyeke neteweyî be. Ev qas tişt bi dest ketin. Ev, ji bo kurdan tiştekî cara ewil bû. Lewma ji bo parastna destkeftiyan divê yekîtiyeke Kurdistanî bê avakirin. Ev yekîtî divê tenê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê li tevahiay Kurdistanê pêk bê. Dibe ku fikr û raman û bîrdoziya partî û rêxistinan cuda be, lê belê divê ji bo hebûna gelê kurd ev berjewendiyên şexsî û partiyî li hêlekê bimînin û li ser asasên berjewendiyên neteweyî yekîtiyeke neteweyî pêk bê."
 
REXNEYA LI ENKS'Ê
 
Her wiha Berekat di vî warî de ENKS'ê rexne kir û got, nêzîkatiya ENKS'ê nêzîkatiyeke klasîk e û got: "Dibêje ev behr a min av a te. Dixwaze ji sifirê dest pê bike. Wekî ku şoreşek pêk nehatibe û tu têkoşîn çênebûbe û tu bedêl nehatibin dayîn. Heya niha ENKS'ê têkiliyên xwe yn bi Tirkiyeyê re bi dawî nekiriye. Bi zimanê dijminan diaxivin. Wekî dijmin nêz dibin, dibêjin bila zimanê kurdan nebe, kurd nebin wxedîstatu."
 
100 SAL BERÊ Û KURD
 
Berekat, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û got, kurd jî ji bo di vê pêvajoyê de azad bibin divê hêza xwe bikin yek û bibin yek. Berketa got: "Sed sal berê bi destê hin eşîran û niha jî bi destê hin partiyên siyasî statuya kurdan tê astengkirin. Li ehr çar perçeyan kesên bi dewletê re tevkariyê dikin, kirin ku dewlet bi ser bikevin û piştî karê dewletan qediyan ew tunekirin. Ev rewş ji bo gelê kurd cihê talûkeyeke pir mezin e. Perçebûyîn dike ku kurd bêhêz û bêparastin bin. Kurd, bi vî awayî bêtir diêşin. Dem ne dema partiyan, dema yekîtiya neteweyî ye."
 
PIRGIRÊKÊN NAVXWEYÎ Û AZADÎ
 
Rojnamevan Hakki Boltan jî bibîr xist ku di demên dawî de li Tirkiyeyê partî û rêxistinên kurd tifaqek çêkirine û di çaçroveya vê tifaqê de xebatên ji bo Tifaqa Kurdistanî hatine kirin, lê belê hin partî jî di nava vê tifaqê de cih negirtine. Boltan, bilêv kir ku gava mirov behsa azadiya wlatekî bike, ewilî yekîtiya neteweyî tê bîra mirov û got: "Gelek welat bi yekîtiya neteweyî azad bûne. Yekîtiya neteweyî hêza herî zexm a welêt e. Ev hêz, dike ku pirsgirêkên navxweyî bi dawî bibin û meseleyên bingehîn esas bên girtin. Hêza neteweyî tenê nabe cihê hêzekê, di heman demê de sînerjiyekê jî diafirîne. Sînerjiya wê rê li ber azadiyê vedike."
 
ÇIMA KURD NABIN YEK?
 
Boltan, diyar kir ku lê belê li her welatî pêkanîna yekîtiya neteweyî jî ne wisa rihet e û got: "Li cîhanê jî mînakên vê yekê hene. Di pêvajoyên wisa de hin rêxistin ligel dijmin cih digirin û ji dijminê xwe bêtir li dijî gelê xwe şer dikin. Partiyên ku dagirker pirşgiriyê didin wan wisa ne. Xwe nadin ber yekîtiyê. Ev rewş li Kurdistanê jî heye. Û dikarin bibêjin pir e. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin. Her perçe jî di nava xwe de bûye deh perçe. Ev dagirkerî destekê ji qada navneteweyî jî digire. Hin hêz hene dagirker wan bicih kirine. Yekîtiya bi vana re zehmet e. Lê belê çi qasî zehmet be jî divê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî çêbibin. Her wiha wê yekîtiya neteweyî hêzên xwe di bin navê welatperweriyê didin der jî teşhîr bike. Teşhirkirin girîng e."
 
Her wiha Boltan destnîşan kir ku perçebûyîna kurdan di warê temsîliyeta navxweyî û derveyî welêt jî dibe sedema astengiyan û bal kişand ser qelsbûna dîplomasiya kurdan.
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Boltan got: "Li Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî bi awayekî xurt didomin. Ji xeynî hin hêzan hemû partî ji bo yekîtiya neteweî hatin gel hev û têdikoşin. Ev yekîtî, kurdan xurttir dike li hemberî dewletê. Her wiha di rewşeke wiha de ligel xebatên yekîtiya neteweyî tifaqa demokrasiyê ya bi derdorên demokratîk re jî ji bo azadiyê girîng e."
 
BERXWEDAN Û ÊŞ
 
Rojnamevan Kakşar Oremar jî diyar kir ku li Îranê nêzî 14 milyon kurd dijîn, lê belê ji ber polîtîkayên hikûmetê blawela bûne. Oremar, diyar kir ku li herêmê kurd ji bera berê de têdikoşin û bal kişand ser berxwedana Kela Dimdimê, Şêx Ubeydullahê nehrî, Simkoyê Şikak, Komara Kurdistanê û Dixtor Qasimlo.
 
BIRÇÎBÛN, DARVEKIRIN Û CIHÊKARÎ
 
Oremar, anî ziman ku ji ber berxwedanan kurd tim û tim di warê aborî de paş de hatine hiştin û got: "Kolber ji bo gepikek nan bazirganiya sînor dikin û tên kuştin. Li wan çiyayan, di wê berf û baranê de cenazeyên wan jî nayên dîtin. Li ber dadgehê tiştên kurdek bi wan re rû bi rû dimîne, ji sedî sed ji yên azerî yan jî farisekî cuda ne. Kurdek siyasî, kîjan partî dibe bila bibe, li dadgehê di nava du deqeyan de cezayê darvekirinê lê tê birîn. Lê gava ev kes farsek be 5 an jî 10 sal ceza lê tê birîn. Gava farisek bê dravekirin jî cenazeyê wî didin malbatê, lê gava kurdek bê darvekirin cenazeyê wî nadin malbatê. Kes hew xeberê ji cenaze digire."
 
PERÇEBÛYÎN
 
Oremar, bilêv kir ku li vê derê jî di navbera partiyan de pirsgirêka yekîtiyê heye û got: "Em li bendê bûn partiyên Rojhilatê bibin yek. Gava ev partî xwedîbandor bûn, Îranê nikaribû kurdan bi drave bike. Nikaribûn wisa bi rihetî kurdan bikujin, li çiyayan. Ev, encama siyasetên partiyên kurdan e."
 
Oremar, destnîşan kir ku sedema ev qas êşê partiyên siyasî yên kurdan e û got: "Gava berxwedana Kobaniyê pêk hat, kurdên her çar perçeyan li wir bûn. Heger hûn abwer nekin, herin li gorên şehîdan mêze bikin. Ji Xoresanê bigire heya Îlamê, ji Kirmanşanê bigire heya Dîlokê, ji Stenbolê bigire heya Ewropayê navê kurdan heye yan na? Ma ê kurd wekî din çi bikin? Gava partiyên siyasî yên kurd hev du qebûl nekin, wê yê kurd çi bikin."
 
Her wiha Oremar anî ziman ku li her çar perçeyan gel bangawaziyên partiyên kurdan bêbersiv nehiştine û got: "Ev tenê ne ji bo Rojhilatê Kurdistan, ji bo tevahiya perçeyan derbasdar e. Li her çar perçeyên Kurdistanê bedêl nema ku gel neda. Di fedaîtiyê, di pêşmergetiyê, di gerîlatiyê de kurdan bêtir canê xwe feda kir. Di berxwedan Enfalê, di berxwedanên bakur de nêzî dehhrzar gundên kurdan kavil bûn. Di vê qadê de gog li ber partiyên siyasî ye. Divê partiyên kurdan hemû nelihevkirinên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên şexsî deynin cihekî û yekîtiyê ava bikin. Dermanê êş û birîna me ya bi hezaran salan yekîtiya neteweyî ye. Ancax em bi vî awayî dikarina zad bibin."
 
PERÇEBÛYÎN Û AZADÎ
 
Rojnamevan Dana Omer jî îqtidara di nava PDK û YNK'ê de bûye du perçe û got, hîn jî dewsa şerê navxweyî heye û got, kesên li dijî kurdan vê perçebûyînê bi kar tînin. Omer, diyar kir ku herêmên di dest PDK'Ê de wekî Herêma Kesk û herêmên di dest YNK'ê de jî wekî herêma Zer hatine binavkirin û bal kişand ser hebûna hêzên dewleta Tirkiyeyê yên li herêmên ku di bin kontrola PDK'ê de ne.
 
DAGIRKIRIN ZÊDE DIBE
 
Omer got: "Li herêmên di dest PDK'ê de her diçe dagirkeriya tirk dorfirehtir dibe. Heta pêşmergeyên girêdayî PDK'ê ji bo eskerên tirk noqteyên kontrolkirinê ava dikin û binkeyên wan diparêzin. Gava êrîş tê ser binkeyên wan, ji bo xwe biparêzin gazî pêşmergeyan dikin. Ji lewra dizanin ku PKK êrîşê nabe ser pêşmergeyan. Yanî li herêma kesk dagiriyeke mezin heye. Nexasim jî li herêma Behdînan, Rewandiz, Sîdekan û Soranê dagiriyeke mezin heye. Balafirên şerî yên Tirkiyeyê bi rihetî digerin û bombeberanê dikin. Yanî li Başûr dagiriyeke mezin heye û PDK jî tevkariya vê dike."
 
GEL YEKÎTIYÊ DIXWAZE
 
Omer, destnîşan kir ku ji xeynî PDK'ê hema bibêje hemû partî û rêxistinên kurdan yekîtiya neteweyî dixwazin û got: "Gel bêtir dixwaze. Hem li herêma kesk hem jî li herêma zer yekîtiya neteweyî dixwaze û li dijî dagiriyê radibe."
 
Omer, anî ziman ku PDK xebatên ji bo yekîtiay neteweyî yên li parlemnetoyê û çûyîna deverên cihên ku eskerên tirk lê ne asteng dike û got: "PDK, wekî projeyeke PKK nêzî meseleya yekîtiya neteweyî dibe û tim li dijî wê radibe. Her wiha piştî peymana ji bo 50 salan, PDK destûrê nade tu tiştên der barê yekîtiya neteweyî de."
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Omer, destnîşan kir ku perçebûyîn herêmê qels dike û got, Tirkiye, Îran û Hikûmeta Iraqê û hêzên din sûdê ji vê perçebûyînê distînin. Herî dawî Omer destnîşan kir ku tekane rêya azadiyê û parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî ye.
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

17/09/2020
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin