STENBOL - Li Stenbolê, jinekê Ukraynayî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Fulya ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê, jina bi navê Larysa Kûzky a 43 salî ya ji Ukraynayê şevê din ji banê avahiyekê ket û jiyana xwe ji dest da.
DI 2 ROJAN DE, 2 MIRINÊN BI GUMAN
Piştî lêpirsîna li cihê bûyerê, îfadeya kesekê li mal bû hat girtin û birin Miduriyeta Polîsan. Di lêkolîna hat kirin de, mirina Kuzky bi guman hat dîtin.
Li aliyê din, duh jî li Taxa Barbaros a navçeya Bagcilarê ya Stenbolê, jinekê ji Gurcistanê bi awayekê bi guman di mala xwe de mirî hatibû dîtin.