MÊRDÎN – Lîjneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî ya Mêrdînê ya HDP’ê, bi hinceta ku li gorî şert û prensîbên partiyê tevnegeriyaye, têkilita xwe bi endamê xwe yê Melisa Şaredariyê ya Artûklûyê Mehmet Cartî re birî.
Lîjneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî ya Mêrdînê ya HDP’ê, bi hinceta ku li gorî şert û prensîbên partiyê tevnegeriyaye, têkilita xwe bi endamê xwe yê Melisa Şaredariyê ya Artûklûyê Mehmet Cartî ku di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an hatibû hilbijartin re birî. Lîjneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî ya Mêrdînê ya HDP’ê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku Cargî bi awayekî rêkûpêk tevlî civînên meclisa şaredariyê nabe û berpiryariyên xwe yên nûnertiyê bi cih nayne û ji ber vê yekê têkiliya partiyê ya pê re hatiye birîn û tu têkiliyeke wî bi HDP’ê re nemaye.