ÇEWLIG – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Çewligê axivî û diyar kir ku tengaviya îqtîdarê belav dibe û nikare vê bi şer çareser bike.
Di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê de li eywanek dawetê ya li Çewligê civîna gel li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn.
'JI BO AZADIYÊ EM Ê BEDEL BIDIN’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û ewilî silavên xwe ji Parlamenterê Çewligê yê berê Îdrîs Balûken re şand. Ozturk destnîşan kir ku ev pêvajoya ew têde derbas dibin ji bo kurdan pêvajoyek dîrokî ye û îqtîdara Tirkiyê dixwaze hemû meseleyan bi şer bibe serî lê ev ne mimkin e û wê nikarin tengaviya xwe bi şer çareser bikin. Ozturk got ew ê ji bo azadiya xwe dê hin jî bedel bidin û heta gelê kurd bigihîje azadiyê û jiyanek bi rûmet dê têkoşîna wan bidome.
100 SAL IN BEDEL DIDIN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di civînê de bi kirmanckî axivî û diyar kir ku gelê kurd ji salên 1920’î ve bedelên giran didin û ev bedel dayîn tenê ne ji bo xwe û ji bo tevahiya civaka Tirkiyê didin.
Piştî axaftinan di civînê de beşdaran nirxandina pêvajoyê kirin.