* Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de, diyar kir ku ne tabela, zimanê kurdî hatiye daxistin û got: “Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li ser çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin.”
* Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji bo Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Rihayê ku her tim bi îşkenceyê di rojevê de ye, detsnîşan kir ku veguheriye "îşekncexaneyê" û got: "Îşkencekar pişta xwe dispêrin Wezîrê Karên Navxweyî."
*Rojnamevan Çagdaş Kaplan anî ziman ku fatûreya rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de li penaberan tê birîn û got, penaber daxwaza parastneke navneteweyî dikin.
* Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava gemarî ji kaniyan tê. Ji ber vê xizmên girtiyan bang li rayedaran kirin û xwestin rojek berî rojekê ev meseleya ku 2 sal in dewam dike bê helkirin.
* Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî di nav de li 5 jinan cezayê pereyî hat birîn. Ji ber ku tevlî daxuyaniyên li dijî cinayetên jinan bûna ceza li wan hatiye birîn.
* Rewşa girtiyê nexweş Alî Boçnakê 76 salî her diçe girantir dibe. Malbata wî bilêv kir ku Boçnak, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û xwest bê berdan.
* Serokê GÎŞ-DER'ê Abdûlselam Kûtlû, anî ziman ku heger teklîfa wan a ji bo yewmiyeya karkeran diyar kirine neyê qebûlkirin, wê biryara wan a "neçûyîna kar" bi mehan bidome.
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li dijî kuştina jinan û destdirêjiya di demên dawî de zêde bûye starta kampanya 4 mehan îro bi daxuyaniya çapemeniyê bide destpêkirin. (10.00)
* Li gelek navendan wê ji bo kedkarên tenduristiyê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest bidin meş werin li dar xistin. (12.30 – 18.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Amedê dê rapora derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê de amade kiriye li avahiya xwe eşkere bike. (12.30)
* Navenda Giştî ya HDK'ê dê têkildarî girtina Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglû û endam û rêveberên ESP'ê yên hatin girtin civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)