ENQERE – DMME’yê serdana serokê xwe Robert Spano parast û wek “sepana standart” dît.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî serdana serokê xwe Robert Spano ya Tirkiyê de ku rexne lê hatibûn kirin daxuyaniyek nivîskî da. Li gorî daxuyaniya ku DMME’yê daye Rojnameya Financial Times wiha gotiye: “Serokê dadgehê ku bi rayedarên siyasî û darazê yên welatên endamên Konseya Ewropayê ne re were cem hev sepana standart e. Spano vexwendina serdanê ji bo ku kesên li ser îqtîdarê nikarin dadgehan kontrol bikin û ji biryarên DMME’yê re rêz bigirin û biryaran bixin meriyetê û ji bo peyamek gelek girîng bide qebûl kiriye.”
Spano beriya niha bi demekê hatibû Tirkiyê û bi rayedarên îqtîdarê hevdîtin kiribû û gelek hatibû rexnekirin.