Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê

  • rojane
  • 09:08 16 Îlon 2020
  • |
img

ŞIRNEX -  Jinên gundê Cifanê ku ji salên 90'î ve gundê wan di bin dorpêçê de ye, dan zanîn ku bi salane aramiya wan tuneye û gotin: "Ligel hemû zehmetî û pêkûtiyan jî em ê dev ji xaka xwe bernedin."

 
Li herêma Botanê di salên 90’î de bi dehan gund ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatin valakirin û pişt re jî hatin şewitandin. Bi valakirina gundan re gelek herêm bêmirov hatin hiştin û xwezaya herêmê bi texrîbateke mezin re rûbirû ma. Welatiyên ku wê demê ferzkirina cerdewaniyê û sîxûrtiyê qebûl nedikirin, ji xaka xwe hatin koçberkirin. Bi pêvajoya çareseriyê re ku di sala 2013’an de ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, gelek ji van gundan ji nû ve hatin avakirin. Lê piştî bidawîbûna pêvajoyê, pêkanînên mîna salên 90’î li van gundan careke din dest pê kirin. Dîsa ev herêm weke herêma ewlehiyê hat îlankirin û bênavber operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Yek ji van gundên ku bi salane bi zilma dewletê re rûbirû ye û derdora wî bi qereqolan hatiye dorpêçkirin, gundê Cifanê yê girêdayî navenda Şirnexê ye. 
 
GUND DI BIN DORPEÇÊ DE YE
 
Mîna salên 90'î ketin û derketin gundê Cifanê di bin kontrola qereqolê de ye. Heya ku qereqol neyê agahdarkirin, kes nikare bikeve gund û jê derkeve.  Di noqteya lêgerînê de wesayitên welatiyan bi seatan tên rawestandin û kontrola nasnameyan tê kirin. Leşkerên ku kontrola nasnameyan dikin, ji welatiyên dixwazin bikevin gund de hişyariya "Herî dereng divê hûn di saet 5’an de hûn ji gund derkevin" dikin. Di têketina gund de, li ser her girekê gund qereqol hatine rêzkirin. Welatiyên gund êdî ji vê yekê bêzar bûne û bi bertek in. Li gorî gundiyan ev bergiryên hatine girtin, ji rewşeke asayî pir dûr e. Gundiyên ku ji vê rewşê acizin, ji ber ewlehiya xwe ditirsin ku derbarê dorpêça gundê xwe de agahî bidin. Gundiyên ku nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku gelek tişt hene ku bibêjin, lê ji ber zext û pêkûtiyên leşkeran nikarin biaxivin. Ev gotinên gundiyan careke din polîtîkayên dewletê yên li herêmê radixin ber çavan. 
 
LEŞKER BI ÇIRAXÊ WAN TACÎZ DIKIN
 
Gundiyan, da zanîn ku gundê wan ji 30 malan pêk tê û derbarê jiyana li gund de av agahî parvekirin: "Di demsala havînê de ev hejmar zêde dibe û zivistanan jî kêm dibe. Bi salane rêya gund nehatiye çêkirin û ceyrana me jî tuneye. Ji ber vê di demsala zivîstanê de em zehmetiyan dikişînin. Dema ku em diçin tiwaletê leşker bi çiraxên xwe me tacîz dikin."
 
Gundiya bi navê Medîne Bîrlîk, bal kişand ser tunebûna ceyranê, jiyana xwe li gund û wiha axivî: "Di salên 90’î de gundê me hat valakirin. Ev 10 sal in me gund ava kiriye. Gundê me gelek xweş e. Lê xweşiya berê nema ye. Em bi berhemên gund debara xwe dikin. Ji ber wê jî her havînê em tên gund û heta zivistanê li gund dimînin. Bi her awayî em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku ne ceyran û ne jî rêyên gund hatine çêkirin." 
 
'GUNDÊN ME XWEŞE LÊ NAHÊLIN EM BI ARAMÎ BIJÎN'
 
Nişteciha gund Sabriye Sayar jî anî ziman ku bi zanebûn rêyên gundên wan nayên çêkirin û wiha got: "Ji roja ku gundê me hatiye avakirin heta roja îro me tu xweşî ji gundê xwe nedîtiye. Bêgûman jiyana gundan pir xweş e. Lê li bajarên kurdan ne wisa ye. Gundên me xweş in, lê nahêlin ku em bi aramî têde bijîn." 
 
'KED DAYÎN ARAMIYÊ DIDE ME' 
 
Ayşe Abay jî qala jiyana gund kir û ev tişt gotin: "Jiyana gundan ji jiyana bajaran xweştir e. Em ji axa xwe hez dikin. Li gund her kar li ser milê me jina ne. Em hem dayîk in, hem karker in û hem jî bêrîvan in. Em bi berbanga sibehê re radibin û heta êvarê dixebitîn. Hem gelek zehmet e û hem jî em ji vê yekê kêfxweş in. Ji ber ku em ked didin û ev jî aramiyê dide me. Ligel hemû zehmetî û pêkûtiyan jî em ê dev ji xak û gundê xwe bernedin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

17/09/2020
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN
16/09/2020
17:47 Jinan ji Colemêrgê bang kir: Em bibin dengê danezana aştiyê
17:14 33 girtî sewq kirin
16:49 Êrîşên nijadperest ên li Samsûnê hatin şermezarkirin
16:27 OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin
16:27 Bavê îstîsmarkar hat berdan
15:28 Ozturk: Li dijî êrişan yekane çareserî yekîtiya neteweyî ye
15:16 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:10 Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin