Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye

  • jin
  • 09:09 17 Îlon 2020
  • |
img
AGIRÎ – Dayika Kubra Taşdemîr ku beriya 3 mehan li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi awayekî guman mirî hatibû dîtin Raziye Samanci, diyar kir ku sedemê mirina keça wê xesiya wê û xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên darizandin. 
 
Kubra Taşdemîr (21) ku li gundê Girê Şêran ê navçeya Avkevir a Agiriyê dijîya, di 11’ê hezîranê de di konê zozanan ê lê diman de mirî hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê mijarê de hatibû destpêkirin de tu pêşketinek tuneye. Di rapora otopsiyê ya Taşdemîr de jî sedema mirina wê weke “întîhar” hatibû aşkerakirin. Malbata Taşdemîr, ji mirina keça xwe xesiya wê berpirsyar digire.
 
‘NE KESEKE KU ÎNTIHAR BIKE BÛ’ 
 
Dayika Taşdemîr Raziye Samanci, diyar kir ku keça wê 2 sal bûye ku zewicandî bûye û bi hevjînê wê re tu pirsgirêkeke wê tune bûye û wiha got: “Keça min bi xesî û gurma xwe re pirsgirêkan dijiya. Xesî û gurma wê diketin odeya wê pereyê wê dibirin. Xezûrê wê jê re baş bû. Kubra timik ji min re digot, xezûrê min û hevjînê min û birayê xwe ji min re baş in lê xesî û gurma min tu tişt namîne ku tînin serê min’. Keça min keseke ku întihar bike nîn bû. Heke keça min întihar kiribe jî xesiya wê bûye sedem.”
 
‘DESTÛR NEDANE KES WÊ XELAS BIKE’
 
Samanci, destnîşan kir ku keça wê 8 saetan li konê daleqandî maye û ev tişt anîn ziman: “Li gorî vegotinên kesên li wir; xesiya wê destûr nedaye kesên ku xwestine keça min xelas bikin. Xesiya wê xwe daye ber derê kon û gotiye, ‘Bila kes nekeve hundir û nêzî bûka min nebe’. Heke destûr bida, dema ku keça min kiriye qêrîn wê kesên li wir biçûna hewara keça min. Ev rewş bûye sedem ku keça min 8 saetan daleqandî bimîne. Çima destûr nedaye ku kes li hewara keça min biçe? Dema ku keça min întihar kiriye tenê xesî û gurma wê li balê bûne. Gotin ku dema keça min întihar kiriye li ser çokên xwe bûye. Dibêjin ku keça min bi benê naylonekî reş întihar kiriye. Mirovek çawa dikare xwe bi wî benî întihar bike? Xesiya wê 2 mehan telefona wê desteser kiribû. Me 2 mehan xwe negihand keça xwe. Heke telefona wê li cem bûna belkî em ji her tiştî agahdar bûna.”
 
‘BANGA DÎTINA BERPIRSYARAN’
 
Di berdewamê de Samanci xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên dîtin û axaftina xwe bi dawî kir: “Ji roja ku keça miriye ve ez jî weke miriya me. Dewlet jî di vê mijarê de qet tiştekî nake. Heta ku ez sax bim ez ê dozdarê wê malê bim. Tu demê jî ez ê dev ji doza xwe berendim.”
 
Bavê Taşdemît Kerem Samanci jî got ku wê giliya kesên ku bûne sedema mirina keça wî bike û dev ji vê bûyerê bernede. 
 
MA / Ozlem Yayan
 

Sernavên din

20/09/2020
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin
13:29 Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin
12:38 Av li Bajaroka Elîgorê rabû
12:21 Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
12:06 Konseya Ewropa piştgirî da Peymana Îstanbulê
12:06 Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin
11:27 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin
10:45 Li Meletiyê bi pileya 4.5 erd hejiya
10:44 Li Wanê girtiyek bi koronayê ket û 17 girtî xistin karantînayê
10:40 Iraq: Têkilî karê me yê navxweyî nebin
09:40 Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê
09:35 Çoltera Zaxoyê hat bombebarankirin
09:34 Li Heftanînê 2 esker hatin kuştin
09:10 Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê
09:09 Bi hev re diçin her karî
09:08 Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin
09:08 Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne
09:07 Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye
09:06 DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband
09:05 Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî banga tevgerandina hiqûqa navneteweyî
09:05 Kotaya avê danîne ser girtiyan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN
08:49 Xelatên pêşbirka Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn
17/09/2020
21:28 Zilamekî li Amedê hevjina xwe kêr kir
21:20 Leyla Guven hat berdan
19:31 Polisan li Êlihê 3 kesan binçav kir
19:19 Leyla Guven birin edliyeyê
17:40 Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin
17:22 Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin
16:44 Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin
16:23 PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek
16:06 Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê
15:53 ‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’
15:38 Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye
15:30 Ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
15:15 Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome
15:10 Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye
15:01 Li Colemergê çalakiya ‘Em xwe diparêzin’
14:53 Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin
14:40 Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze
14:37 11 meh ceza li Tuncel hat birîn
14:27 Dayika banga aştiyê kir hat binçavkirin
14:16 Malbata Şenyaşar bi CHP’ê re hevdîtin kir: Êdî dengê me bibihîsin
13:48 Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe
13:28 Desteya Rêveberiya HDP’ê li Stenbolê civiya
13:13 Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî
12:08 Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye!
10:32 Li Ebexê leşkeran welatiyek birîndar kir
10:18 Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe
10:17 ‘Di pergala kapîtalîst de nikarin bi pandemiyê re têbikoşin’
09:57 Serokê komeleya karkeran bi ‘alîgiriya PKK’ê tê sûcdarkirin
09:13 TTB’ê bersiva Bahçelî da: Em li pey gotinên xwe ne
09:12 Tirkiye ji bo rastiyekê 6 bersîvên cuda dan NY’ê
09:12 Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide
09:11 ‘Dibe ku Serokkomar were loma bi caran test dikin'
09:11 Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man
09:10 Bihabûna xerckirinên çandiniyê li titûnvanan da
09:10 Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê
09:10 Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand
09:09 Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye
09:08 Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye