COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Colemêrgê 2 roj bûn bi gel re dihat gel hev, hat binçavkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi awayekî kêfî hatiye binçavkirin.