NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn, di daxuyaniya da de, xwest welatên cîran rêzê bidin serweriya Iraqê û têkilî karê wan ên navxweyî nebin.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ê çû paytexta Belçîka bajarê Brukselê, civîna çapemeniyê li dar xist. Huseyîn, di daxuyaniya da de, bal kişand ser têkiliyên xwe yên bi welatên cîran re û wiha got: “Em hewl didin, têkiliyên xwe yên hevseng bi cîranên Iraqê re pêş bixin. Ji ber vê em dixwazin welatên cîranên Iraqê, rêzê bidin serweriya Iraqê û têkilî karê me yê navxweyî nebin.”
Her wiha Huseyîn, aşker kir ku ji ber destwerdanên welatên cîran ên di karûbarên navxwe yên Iraqê de, kêşeya Bexdayê bi Enqere û Tehranê heye. Bexda hewl dide ku peywendiyên wan ên ligel Îran û welatên din ên cîran, baş bin.”