* Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku tê xwestin ser dosyeya Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin were girtin û got: “Paş de vegeriyan serdema Torosên Spî.” Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî got: “Dewleta vê êşê bi me da kişandin niha jî qatilan diparêz e.”
* Tora Ziman û Çanda Kurdî, wê îro derbarê salvegera qetilkirina Apê Mûsa de panelekê li dar bixe. Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev derbarê panelê de axivî û diyar kir ku Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye.”
* Di sê salan de gelek tişt qewimîn. Lê dîsa jî em ê tim û tim mafê nûçewergirtinê yên gelên bindest, jinan, zarokan û yên din bi hev re biparêzin. Em li vê derê ne û em ê her tim li vê derê bin...
* Rêxistinên rojnamegeran ên 3'yemîn salvegera avakirina ajansa me pîroz kirin, dan zanîn ku Ajansa Mezopotamya ligel hemû zext, binçavkirin û girtinan jî, berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê û hiqîqet ji civakê re ragihand.
* Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin Îş a DÎSK'ê Farûk Eren, 3'yemîn salvegera ajansa me pîroz kir û got, Ajansa Mezopotamyayê ligel hemû zext û zoriyan jî di warê rojnamevaniyê de berxwedaneke mezin datîne holê û heqîqetê radigihîne civakê.
* Qeyûmê Şaredariya Geverê, ji dêvla rêyan asfalt bike, beton dike. Hevşaredar Îrfan Sari ku ji peywirê hat girtin got: "Li cîhanê hema bibêje li nav taxan jî rê nayên betonkirin, lê belê li Geverê rêyên bi beton hatin çêkirin."
* Ajansa Mezopotamya 3 salî ye: Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
* Ajansa Mezopotamya 3 salî ye: Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
* Ajansa Mezopotamya 3 salî ye: Silav li yên ku bi kurdî li pîspîskê dixin
* Ajansa Mezopotamya 3 salî ye: Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
* Ajansa Mezopotamya 3 salî ye: Ên dibin dengê aştiyê
* Qeyûmê ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, Sînemaya Yilmaz Guney xera kiribû. Lê belê qeyûmê ku niha hatiye tayinkirin jî wê cihê sînemayê bike hawizê xemlê û wê daxilî nav Parka Ataturkê bike.
* Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, wê 2'yemîn sala wefata xwe li ser gora xwe bê bibîranîn. (10.00)
* Rojnameger û nivîskarê kurd Mûsa Anter di 28'emîn salvegera qetilkirina xwe de, li Kolana 442'yemîn a Taxa Cumhuriyet a girêdayî Semta Seyrantepe ya Amedê bê bibîranîn. (11.00)
* TJA li Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê, wê starta kampanyeya xwe ya "Em xwe diparêzin" a aliyê Stenbolê bide. (14:00)
* Mûsa Anter, wê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bê bibîranîn. (15.00)
* 28'emîn xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Çepemeniya Azad wê li Komeleya Şopandina Ji bo Mafê Wekhev a li Taksîmê ji xwediyên wan re bên dayîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan wê beşdarî merasîmê bibe.(17.00)