DERSIM - Cenazeyê yek ji du birayên berî 8 rojan li Geliyê Mûnzûrê winda bibûn ê Bozkurt Aydemîr hat dîtin.
Du birayên hev Mehmet ê 41 salî û û Bozkûrt Aydemîr 48 salî yên di 13’yê Îlonê de, çûn Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûr a Dersimê û nêzî gundê Venk winda bibûn. Cenazeyê yek ji du birayên berî 8 rojan li mûnzûrê winda bibûn ê Bozkûrt Aydemîr ê 45 salî 600 metre dûrî gundê Venk di avê de hat dîtin.
Di encama lêkolîna hat kirin, hat destnîşan kirin ku Aydemîr di avê de fetisiye, dûre ber pêlên avê ketiye û cenazeyê wî bi darekê ve aliqiye.
Xebatên lêgerîna Mehmet Aydemîr jî dewam dikin.