NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê giştî yê QSDÊê Mezlûm Ebdî da zanîn ku însiyatîfa wan a ji bo yekitiya Kurdan li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e û got: “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.”
Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir. Ebdî di twîta xwe de wiha got: "Însiyatîfa me ya yekitiya kurdî li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên der barê vê yekê de ne di cihê xwe de ne."