AMED – Siyasetmedar Celal Yoldaş ê 65 salî bi hêceta “parastina pergala cemaweriyê” nehat berdan.
Siyasetmedar Celal Yoldaş di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosa hat girtin û tê darizandin îro derket pêşberî dadger. Danişîna ewil a doza Yoldaş bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” lê hatiye vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Yoldaş bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê beşdarî danişînê bû û parêzerên wî Mehdî Ozdemîr û Cemîle Turhalli di danişînê de amade bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û rêveberên DBP’ê doz şopandn.
ÇALAKIYÊ BEŞDAR BÛYE YASAYÎ BÛNE
Yoldaş parastina xwe bi kurdî kir û got çalakiyên ew beşdar bûye hemû bi destûra yasayî hatine lidarxitsin û sûcên li ser xwe red kir û xwest were berdan.
Dozger xwest şahidê nepen were guhdarkirin û bi hêceta revê û veşartinê dewama girtina Yoldaş da.
Parêzerên Yoldaş jî parastina miwekîlê xwe krin û xwestin miwekîlê wan temenê wî 65 salî ye were berdan.
Şandeya dadgehê bi hêceta “parastina pergala cemaweriyê” berneda û biryara dewama girtinê da û danişînê taloqî 2’yê kanûnê kir.