NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibe. Hevserokê Komîsyona Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, derbarê şewba vîrûsê ya li bajaran belav dibe de agahî da û diyar kir ku îro 3 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Mistefa, da zanîn ku bajarên Bakur û Rojhlatê Sûriyê 58 kesên din bi koronayê ketin, ji van 31 jê mêr in û 27 jî jin in.
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketibûn û dihatin dermankirin baş bûn e.
Bi vî awayî hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket hezar û 209, hejmara kesên baş bûn derket 350 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî derket 55’an.
Li gorî bajaran hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ye:
"Hesekê: 19
Dirbêsiyê: 8
Dêrikê: 7
Girkê Legê: 3
Amûdê: 2
Kobanê: 2
Reqa: 8
Şehba: 8
Tebqa: 1"