ŞIRNEX – Li Şirnexê 10 jê polis 15 kesên ku hat diyarkirin li ser Rêya Amûşê di pêkanîna trafîqê de bertîl ji ajokaran digirin, hatin binçavkirin. Ji polisan 5 jê hatin girtin.
Li Şirnexê 10 jê polis 15 kesên ku hat angaştkirin li ser Rêya Amûşê ya di navbera Şirnex û Mêrdînê de di pêkanîna trafîqê de bertîl ji ajokaran digirin, hatin binçavkirin. 5 polis ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hatibû vekirin de hatibûn binçavkirin, piştî girtina gotinên wan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 5 polisên din jî sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. 5 sivîl jî piştî girtina gotinên wan ên li dozgeriyê hatin berdan. Hat diyarkirin di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna 2 kesan didome.