Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir

  • rojane
  • 09:53 24 Îlon 2020
  • |
img
WAN - Parlamenterên HDP’ê, daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê Tûrgût û Şîban ên ji helîkopterê hatin avêtin de, nirxandan û gotin: “Bi destê dewletê cînayet hat kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan a herî girane.”
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de Osman Şîban û Serbet Tûrgût îşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Dûre rapora nexweşxaneyê piştrast kiribû ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Piştre Walîtiya wanê daxuyanî da bû û gotibû; “Servet Tûrgût, li gorî hişyariya raweste tevnegeriya û dema xwestiye bireve, ji zinar de ketiye û birîndar bûye.” Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç û parlamentere Mêrsînê Ridvan Tûran daxuyaniya walitiyê nirxandin. 
 
‘BI DESTÊ DEWLETÊ CÎNAYET KIRIN’
 
Tûran, diyar kir ku wan hevdîtin bi serbijîşkê nexweşxanê re kirin û wiha axivî: “Bijîşkan bi xwe jî gotin welatî ji bilindahiyê hatine avêtin. Hêdî hêdî her tişt zelal bû. Bi destê dewletê cînayet hat kirin. Ev binpêkirina mafê mirovan a herî girane. Heya ku ev mirov li helîkopterê hatine sîwar kirin jî, saxlem bûne. Ji xwe ev yek di îfadeyên şahidan de hene. Berevajî daxuyaniya walîtiyê, gumana mirovan zêdetir dibe. Li Kurdistanê, di gelek bûyer cînayetan, sûc û binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran de, her tim walîtî, fermandar û wezîrê karê hûndir heman daxuyaniyan didin. Yan dibêjin di dema ‘Şer de mirî hat dîtin’, ‘Çek rakêşa, hat kuştin’ û ‘Li gorî hiştiyar raweste tevnegeriya.’ Dema ku daxuyaniyên wiha tên dayîn, rewş çiye êdî em fêm dikin. Bi vê xwe didin dest.”
 
POLÎTÎKAYÊN KURDAN NE BIKIN
 
Tûran, anî ziman ku dewletê jiberkirina xwe dubare kir û wiha bi dawî kir: “Desthilatdariya AKP’ê ya ku digot ew ê pirsgirêka kurd çareser bike, bi rêbazên salên 90’î polîtîkayên pişavtin, îmha û înkarê dixwaze hebûna kurdan ji holê rabike. Ev polîtîka berê jî bi ser neketin. Li hemberî van bûyer û polîtîkayan ji bilî çapemeniya azad û mûxalîf kesek deve xwe venake. Ev nêzîkatiyek tirs nake. Ev dibe sedema ku desthilatdarî û dewlet hîn zêde sûcan bikin û mirovan qetil bikin. Em ê weke HDP’ê dest ji vê dozê bernedin û heya dawiyê şopdarê vê bûyerê bin.”
 
‘WALÎTIYÊ SÛCÊ XWE ÎTÎRAF KIR’
 
Parlamenter Mûazzez Orhan Işik jî, daxuyaniya welatiyê tirsnak dît û wiha got: “Walîtiyê xwest ser vê bûyera hovane bigire. Ligel rapora nexweşxanê û îfadeyên şahidan jî walîtiyê hewl da rastiya bûyerê veşêre. Rayedarên eskerî yên birîndaran tînin nexweşxanê jî, dibêjin ji helîkopterê hatine avêtin. Lê walîtî piştî bûyer tê aşkere kirin 12 roj şûnde daxuyaniyê dide û sûcê xwe îtîraf dike.”
 
‘PÊKANÎNEK HOVANEYE’
 
Parlamenter Mûrat Sarisaç jî, dest nîşan kir ku ev bûyer asta dijminantiya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan dide nîşandan û wiha bertek nîşan da: “Di rewşa heyî de, 2 welatî ji aliyê eskerên ji operasyonê vedigerin ve tên binçavkirin, wan li helîkopterê sîwar dikin, îşkence dikin û dûre ji helîkopterê davêjin. Li ser kurdan polîtîkayên pir hovane tên meşandin û bi rêbazên sosret vê yekê dikin. Du gundî ji ber ku tenê kurdin, rastî pêkanînek wiha tên. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst bi van kirîn û polîtîkayên civaka Tirkiyeyê ber bi cihêkariyê ve dibe. Bi van bûyerên wiha me ji civakbûyîna me dûr dixe.”
 

Sernavên din

25/09/2020
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû
14:01 Gefa kuştinê li parêzer Sert hat xwarin
13:28 Li Dersimê di wesayîtên komguhêz de bikaranîna lepik bû mecbûrî
12:35 Girtîgeha Panosê di salek dawî de ji 4 girtiyan re bû gor
12:35 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
12:15 Pêşnûmeya Mûsa Orhan bi hinceta gotinên ‘qebe û nexweş’ hat zivirandin
11:47 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e
11:20 10 roj in Çiyayê Gabarê dişewite
10:49 3 kurên serokê MHP’î ku îstifaya cerdevanan derewand jî îstifa kirin
10:48 Parêzerên Ocalan cara 106’emîn serlêdan kirin
10:30 Tê xwestin navê Şêx Seîd ji meydanê were jê birin
09:53 Wekîlên HDP: Dewletê cînayet kir
09:50 Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin!
09:21 Li dijî cinayetan û şidetê: Em hêvî jê nekin, em bi hev re têbikoşin
09:20 Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me
09:19 Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye
09:18 Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin
09:18 Dest bi berhevkirina hejîr, hinar û tiriyê Biyadirê kirin
09:17 Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin
09:17 Dest ji çandiniyê berdan, niha jî dest ji sewalvaniyê!
09:16 Modeleke hilberandinê ya xwecihî: KarsBEL
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 202'AN
08:27 Girtiyê nexweş Boçnak jiyana xwe ji dest da
23/09/2020
19:58 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:56 Cenazeyê Gencer ku hat gotin li girtîgehê întihar kiriye di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
15:53 Malbata Îldem û Çakil: Cenazeyên me radestî me bikin
15:52 Cenazeyê Gencer hat girtin: Xizmên wî bawer nakin întîhar kiriye
15:33 AYM’ê serlêdana Guven red kir
15:32 ‘Wê bi projeyên medenê komkujiya ekolojîk derkeve holê’
15:16 Gulsum Elvan: Ji bo ku hûn bikujin min ne welidant
14:54 Li Şirnexê 5 polisên bertîl girtibûn hatin girtin
14:42 Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
14:34 Li Girtîgeha Wanê mirina bi guman
14:14 Vaye wêneyê ewil ê Servet Tûrgût ku ji helîkoptêrê hatibû avêtin
13:39 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
13:34 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin gihîşt Mersînê
12:58 Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye
12:32 Ji sûcdariyên ku ji wan hatibû beratkirin dîsa doz lê hat vekirin
12:18 Şahidê bûyerê: Li cem min binçav kirin û li helîkoptêrê siwar kirin
11:34 Otêl û kargehên li Sûrê hatine çêkirin dê pêşkêşî sermayeyê werin kirin
11:28 Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir
10:47 Danişîna Berkîn Elvan dest pê kir
10:40 Hunermendên Dersimê: Dixwazin bi projeyan çiya, gelî û xwezaya me tune bikin
10:22 Rastiya operasyonên TSK’ê
10:13 Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê
10:13 Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne
09:57 Piştî David Graeber: Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuelê xwe winda kir
09:26 Tê xwestin ser dosyeya Gulistan Dokû were girtin
09:03 33 caran gilî kir, lê piştî bi tivingê êriş bir ser hat girtin
09:03 Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye
09:01 Li Behra Reş 'feraseta Topal Osman' hîn jî didome
09:01 Alinak: Heger cezayê hepsa malê neyê xerakirin, ez ê bixwazim ku min bişînin girtîgehê
09:00 Bi rojan tî û birçî dimînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN
22/09/2020
21:24 Şîbanê ji helîkopterê hat avêtin axivî
20:45 Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin
19:34 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 639
16:37 KESK çû serdana karkerên êrişa nîjadperestî lê wan hatibû kirin