NAVENDA NÛÇEYAN - DMME’yê serlêdana ji bo birîna ava Hesekê ya derbarê Tirkiyeyê de hatibû kirin, qebûl kir.
Ji ber ku Tirkiye ava vexwarinê ya diçe bajarê Hesekê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim dibire, li herêmê ji milyonekê zêdetir bê av dimînin û ninkarin ava vexwarinê bi dest bixin. Ev jî, dibe sedem ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) gelek welatî bi zaroyên mezin re rûbirû bimînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), hat ragihandin ku serlêdana ji bo birîna ava Hesekê ya derbarê Tirkiyeyê de ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hatibû kirin, hat qebûlkirin.