* Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li ser mîrateya “ganîmet” a Dewleta Osmaniyê rûniştiye û got: “Sedemê zêdebûna tacîz û destdirêjiya li hember jinên kurd yek jê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê wek mêtîngeh dibînin”
* Li herêma Botanê dema berhevkirina kezwanan destpêkir. Kezwanên ku her sal jê sûd dihat girtin, îsal ji ber şewatên daristanan ên hêj didomin xêrûbra wan kêm e.
* Ekrem Taş ê mala wî hat hilweşandin, ji axa xwe hat dûrxistin û dûre ji jiyanê xeyîdî, nêzî 26 salan ji mala xwe ya li Amedê ku qet derneket derve, jiyana xwe ji dest da.
* Hevserokê Şaxa SES a Rihayê Salih Karataş, da zanîn ku li bajêr hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê bi şewba Covîd-19'ê ketine û got, 4 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Karataş, diyar kir ku di warê tenduristiyê de ji ber ku xizmeta bi zimanê zikmakî tuneye vîrûs berbelav dibe.
* Serokê Daîreya Rêyên Bejahiyî Sînan Yildirim ku di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de di îhaleyekê de bi qasî 352 milyon TL'yan nelêritî kiribû û hatibû girtin, bi kefareteke 206 hezar TL'yî hat berdan.
* Qereqolê ji ber ku di dawetan bi kurdî stran gotine gazî Hozan Cesîm kiriye. Hozan Cesîm, anî ziman ku kesên xwe wekî "elemanên îstixbaratê" dane naskirin gef lê xwarine.
* Parlementerê HDP'î Saît Dede, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştî û aboriya welat astengiyeke mezin e û got, bidawîbûna tecrîdê re dê ev pirsgirêk jî ji holê bên rakirin.
* Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfî Çamli, anî ziman ku nexweşxaneyên bajêr ku piştî polîtîkayên kesîdekirinê yên di warê tenduristiyê de hatin avakirin, wê di warê têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin cihê çareseriyê û got: "Ev pergala ku bi milyonan dolar pere ji bo wê tê xerckirin, dibe ku pêşeroja me tune bike."
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Navenda Giştî ya HDP'ê derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Danişîna duyemîn a doza parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol dê li Dadgeha Rihayê were lidarxistin. (10.00)
* Danişîna doza Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin dê li Dadgeha Mêrdînê were lidarxistin. (11:00 )
* Danişîna doza rehîbê Manastira Mor Yakûp a li Nisêbînê Sefer Vîlecen ê negirtî tê darizandin dê li Dadgeha Mêrdînê bê lidarxistin. (14.00)
* Geşedanên derbarê binçavkirina siyasetmedaran de wê werin şopandin.