RIHA – Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a 7 meh e girtî ne di danişîna duyem a doza xwe de dîsa nehat berdan.
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a ji meha adarê ve li Girtîgeha Rihayê girtî tê ragirtin di danişîna duyemîn a doza jê tê darizandin dîsa nehat berdan. Danişîn li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Gelek parêzer û HDP’yî danişînê şopandin. Ozbîngol di danişînê de amade bû. Ozbîngol di parastina xwe de xwest were berdan û beratkirin.
Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kir û xwestin were berdan.
Şandeya dadgehê biryara dewama girtina wê da û danişînê taloqî 2’yê cotmehê kir.