ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku dê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Kobaniyê de der barê 7 parlementerên HDP'ê de fezlekeyan amade bike.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê lêpirsîna der barê çalakiyên Kobaniyê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de daxuyaniyek da. Serdozgeriyê ragiahnd ku heya niha 20 kes hatine binçavkirin û dê der barê 7 parlementerên hîn jî parlementeriyê dikin de fezleke bên amadekirin.