ÊLIH – Kordînasyona Heskîfê bertek nîşanî binçavkirina Prof. Dr. Beyza Ustun da û xwest binçavkirî hemû bên berdan.
Kordînasyon Heskîfê têkildarî binçavkirina HDP’iyan daxuyaniyek nivîskî weşand. Kordînasyonê diyar kir ku Prof. Dr. Beyza Ustun jî di nava pêkahteyên wê de cih digire û ew yek ji pêşengên têkoşîna ekolojiyê ye û binçavkirina wê nayê qebûlkirin. Kordînasyonê bang li rayedaran kir û xwest ku Beyza Ustun û binçavkirî hemû demildest werin berdan.