RIHA – Li Rihayê belavkarê rojnameyê Kemal Sûbaşi hat binçavkirin.
Kemal Sûbaşi ku li Rihayê belavkariya Rojanemeya Xwebûnê û Rojnameya Yenî Yaşamê dike, dema ku her du rojnameyan belav dikir, polisan wî da rawestandin û ew binçav kirin. Polisan bi angaşta ku rojname “qedexe” ye Sûbaşi bi xwe re birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajar.