STENBOL - Li Bayrampaşa ya Stenbolê, zilamê bi navê Nesîp A. zaroka 13 salî revand û tecwiz kir.
Zilamê 28 salî Nesîp A. ê li navçeya Bayrampaşa a Stenbolê dijî, zaroka 13 salî tecawîz kir. Hat diyar kirin ku Nesîp A. yê berî 5 rojan zaroka 13 salî revand û tecawîz kir duh bi şev hat binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê piştî ku îfadeya Nesîp A. hat girtin, sewî Edliya Çaglayanê hat kirin. Hat dest nîşan kirin ku berê jî qeydên sûcên Nesîp A. hebûn.