BEDLÎS - Li çoltera Xîzanê, bi tevlîbûna gelek eskeran dest bi operasyonê hat kirin.
Hat diyar kirin ku li derdora Pira Nazar a girêdayî navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Welatiyên herêmê, dest nîşan kirin ku operasyon dewam dike û heya niha tu şer û pevçûn ne qewimiye.