ENQERE – Pirtûka bi navê “Azadiya Ramanê, Prensîp û Tirkiye” ku di nav nivîskarên wê de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Aslan jî heye, “bifikar” hat dîtin û ji aliyê girtîgehê ve nehat qebûlkirin.
Girtîgeha Jinan a Amedê, pirtûka bi navê “Azadiya Ramanê, Prensîp û Tirkiye” ku di nav nivîskarên wê de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Aslan jî heye, “bifikar” dît û negirt girtîgehê.
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û ev tişt got: “Hûn li vê sosretiyê temaşe bikin? Girtîgeh bûne derebegî? Girtîgeha Jinan a Amedê, pirtûkeke ku di nav nivîskarên wê de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Aslan jî heye, “bifikar” dît û negirt girtîgehê..! @abdulhamitgul tu çi dibêjî?”
NIVÎSKARÊN DIN
Di nav nivîskarên pirtûkê de nivîskarên mîna Kerem Altiparmak, Fîkret Başkaya, Ayhan Bîlgen, Şanar Yûrdatapan, Fîkret Îlkîz, Osman Can, Arnaûd Amoûroûx, Gokçen Alpkaya û Turkan Sancar jî hene.