QERS – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev û li bajar hin serdanan pêk bîne.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bi armanca piştgiriya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen k udi çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de hatiye binçavkirin, dê sibê biçe serdana Qersê û bi gelê Qersê re bê gel hev. Wê Bûlrdan li balefirgehê bê pêşwazîkirin û piştre li ber avahiya HDP’ê ya li bajar xîtabî gel bike. Tê payîn ku Bûldan gel jî ziyaret bike û biçe Şaredariya Qersê.
Rêxistinê HDP’ê ya Bajar, bi belavokan gelê Qersê vexwendin bernameya xwe ya sibê.