Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • jin
  • 13:00 29 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE - Berdeveka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku êrîşa li dijî partiya wan di heman demê de êrîşa li dijî vîn û têkoşîna jinê ye. Başaran, da zanîn ku siyaseta serdest a zilam teqez wê bi dawî bibe. 

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP'ê de li Navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyona Jinan a HDP’ê û Koma Jinan a Parlamentoyê, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 20 kesên hatin binçavkirin 8 jê jin in û wiha hat gotin: “Ev hevalên me yên jin, ekolojist, akademîsyen, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna jinên kurd bi rêve dibin e. Yanî ev hevalên me nûnertiya piranîparêziya HDP’ê dike ne.”
 
‘TERORÎZE KIRIN’ 
 
Başaran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema ku Kobanê dibin êrîşa DAIŞ’ê de bû, desthilatdariya AKP’ê, tenê temaşe kir. Desthilatdariya ku îro ji me hesabê dixwaze, piştgirî dida DAIŞ’ê, alîkarî ateng dikir, hemû sînor girtibûn û Erdogan digot ‘Kobanê ha ket, dikeve.’ Piştî vê gotina Erdogan çalakiyan dest pê kir. Lê ligel vê jî ev çalakî çalakiyên demokratîk bûn. Çawan kû hêzên paramîlîter xistin qadan ev çalakî terorîze kirin.” 
 
‘OPERASYONA TOL GIRTINÊ’
 
Başaran, diyar kir ku li dijî kesên ev çalakî provokirin tu gav nehat avêtin û wiha bilêv kir: “Desthilatdarî bi daraza ku teslîm girtiye, li dijî HDP’ê operasyonên tol girtinê birêve dibe. Li Kobanê di pêşengtiya jinan de, têkoşînek mezin hat dayîn. Bi vê operasyonê hemû sûcên xwe, siyaseta xwe ya şer, siyaseta xwe ya rantê, dijminantiya xwe ya jinê, xwezayê û ekolojiyê derxistin holê. Bi vê operasyonê xestin ku taola 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û 31’ê Mijdarê ji HDP’ê bigirin.”
 
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA JINAN E’
 
 Başaran, anî ziman ku ev êrîşa li dijî HDP’ê di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye û wiha pê de çû: “Hemû êrîşên di 5 salên dawî de yên li dijî HDP’ê, di heman demê de êrîşên li dijî piştevanî û rêxistinbûyîna jinê ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. Ji ber ku HDP polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan deşifre dike, rastî van êrîşa tê. Hemû jinên ev êrîş li hemberî xwe dîtin û hêzên demokratîk ev operayonê qirkirina siyasî şermezar kirin. Bûn dengê HDP’ê. Em jin di ferqa van hemû êrîşan de ne. Peyama li dijî van êrîşan ‘li ber xwe nedin û nebin pêşengê têkoşîna li dijî vê’ didin me.”
 
‘EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Başaran, dest nîşan kir ku ev êrîş ji navendekê tê birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî dixwaze HDP’ê bi tenê bihêle, weke hedef nîşan dide û krîmînalîze dike. Da ku karibe xwe li ser piyan bigire û desthilatdariya xwe dewam bike. Em jin, li dijî siyaseta ku parçe bike û birêve bibe, bûne yek. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bawer dikin ku siyaseta serdest a zilam, teqez wê winda bike.”
 

Sernavên din

01/10/2020
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
11:04 Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan
10:51 793 jinan xwest ku HDP’î bên berdan
10:42 Li Farqînê mirineke bi guman
10:21 Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:05 Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê
09:25 Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da
09:08 Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin
09:08 Rewşa esnafan xirab e: Di 7 mehan de 416 dikan hatin girtin
09:07 ‘Ser cinayetên jinan hem bi destê dewletê hem jî bi yê malbatê tên girtin'
09:06 Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê!
09:06 Pira dîrokî ji ber wesayîtên bargiran texrîb bûye
09:04 'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'
09:04 ‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend'
09:03 Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu
09:02 Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:20 Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
29/09/2020
19:46 68 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:49 Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin
16:22 Polîsan dest bi girtina îfadeyên siyasetmedaran kirin
16:22 Balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin
15:58 Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye
15:57 Li Dersimê banga ‘bibe endamê HDP’ê’ hat kirin
15:10 Malbata Safiturk: Di nava buyerê de amirê emniyetê heye
14:56 Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me
14:29 Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike
14:20 Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir
14:02 Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin
13:48 Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin
13:42 Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome
13:00 Başaran: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:49 Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin
12:48 ‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’
12:24 Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin
12:19 Biryara berdewamkirina girtinê: Hincet lêpirsîna dubarebûyî ye
12:10 Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e
11:54 Sever: Tirkiye armanc dike li Ezerbaycan barageha eskerî ava bike
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Cemiyeta Belavkirina Zanîstê ve hat girêdan!
11:11 Li Hezoyê 2 kes binçav kirin
10:59 2 dozên Bîlgen wê di vê heftê de bên dîtin
10:55 'Em bi hevre têbikoşin em ê bi ser bikevin'
10:36 Parlamenterên Partiya Çep piştgirî dan HDP'ê
10:23 Piştevanî û endamtiya HDP’ê zêde dibe
10:08 ‘Tenduristvan hatine asta ku dest ji kar berdin’
09:53 Ugurlu: Divê em faşizmê ji xwe dûr bixin
09:21 Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê û endamê Meclîsê hatin binçavkirin
09:20 ‘Divê em her roj her saet xwe biparêzin’
09:19 Piştî operasyona li dijî HDP'ê gelek dibin endamên HDP'ê
09:13 Li Amedê ji bo 7 hezar xwendekaran serdemeke nediyar a perwerdehiyê
09:12 Çalakiya xwendina pirtûkan a li dijî texrîbkirina xwezayê mezin dibe
09:12 Zanîngeha Enqereyê der barê parvekirinên medyaya civakiyî de tenduristkar hişyar kirine
09:11 Helwesta Porsipiyan: Cihgirtina li cem HDP'ê divêtiyek e
09:04 Penaberên sûriyeyî: Jiyan pir zehmet e
09:03 Ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin, masî mirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN
28/09/2020
20:09 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:03 Li Egeyê di 4 mehan de 197 binpêkirinên mafan pêk hatine