AMED - Danişîna doza xebatkarê çapemeniya Rêxistina HDP’a Amedê Vedat Dag hat taloqkirin.
Danişîna 6’emîn a doza xebatkarê çapemeniya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Vedat Dag ê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dag û parêzera xwe Gulan Çagin Kalelî di danişînê de amade bûn.
Dadgehê dosyeya dozek din a Dag ku li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran tê darizandin bi vê dosyeyê re kir yek.
Dag di parastina xwe de sûcdariyên li ser red kir û xwest were beratkirin.
Parêzer Gulan Çagin Kalelî jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest miwekîlê wê were beratkirin.
Dadgehê biryara materyalên dîjîtal werin veguherandin da û danişînê taloqî 27’ê çileya 2021’an kir.