AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan ê di ji lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa girtî dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de bi îdiaya “endamê ne fermî ye” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza derbarê Arslan de li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Arslan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê bi rêya Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Şivan Cemîl Ozen, Muharrem Şahîn û Cemîle Turhalli di danişînê de amade bûn.
ARSLAN: ÎDIA PÛÇ IN
Arslan di danişînê de parastina xwe kir û got ew bi îdiayên pûç tên binçavkirin û girtin û sûcdariyên li ser xwe red kir. Arslan xwest were berdan û ji dozê were beratkirin.
Dozger hêceta wesfê sûcên li ser Arslan û rewşa delîliyê xwest biryara dewama girtinê were dayîn.
Parêzerên Arslan axivîn û diyar kirin ku delîlên şahidên nepen piştrast bikin tune ne û xwestin miwekîlên wan were berdan û beratkirin.
Piştî navberek kin şandeya dadgehê bi hêceta ku delîl hatine berhevkirin, dema girtinê, gumana rev û veşartinê nîne derbarê Arslan de biryara tahliyeyê da.
Dadgehê biryara qedexeya derketina derveyî welat danî ser Arslan.