NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên Egîtîm Sen’ê yên gelek bajaran derbarê pirsgirêkên di perwerdeyê de daxuyanî daxuyanî dan û destnîşan kirin ku serdema perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kiriye û daxwazên xwe rêz kirin.
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amed, Edene, Mersîn û Stenbolê, li ber derê midûriyetên perwerdeya neteweyî yên van bajaran, derbarê pirsgirêkên di perwerdeya ji dûr ve û rûbirû de daxuyanî dan.
Gelek endamên Egîtîm Sen’ê tevlî daxuyaniyan bûn û pankarta “Em li maf û pêşeroja we xwedî derdikevin” vekirin. Şaxên Egîtîm Senê, di van daxuyaniyan de pirsgirêkên di perwerdeya ji dûr ve û rûbirû de û daxwazên xwe anîn ziman.
DAXWAZÊN EGÎTÎM SEN’Ê
Şaxên Egîtîm Senê, ji bo derbaskirina pirsgirêkan ev daxwaz kirin:
“ * Divê MEB bi lez û bez tedbîran bigire û derbazî perwerdehiya rûbirû bibe.
* Divê ji gihiştina pirsgirêkên perwerdehiya dûr re bi lez çareseriyek were dîtîn û kemasiyên xwendekar û mamosteyan ên teknîkî pê re bên pêşwazîkirin.
* Divê derveyî EBA’yê platformên zindî yên ji bo perwerdehiyê tên bikaranîn li mamosteyan neyê ferz kirin. Ji bo platformên zindî divê bi wezaret, muduriyetên perwerdehiyê yên bajêr û navçeyan peyman werin îmzekirin, piştî peymanê dive xwendekar û mamoste van platforman bikarbînin.
* Divê Muduriyeta Giştî a Perwerdehiya Bingehîn û Muduriyeta Giştî ya Personel a MEB’ê di demekî nêzîk de nivîsên xwe paşve bikişîne û heqdestên mamosteyan ên amadekariya dersan werin zêdekirin.
* Ji ber ku mamosteyên rehberê dikarin karê xwe ji dûr ve jî bikin divê ji bo dersên zêde hatina dibistanê li wan neyê ferz kirin.
*Di perwerdehiya dûr de hejmara dersan a mamosteyan were daxistin û wekhevkirin.
* Divê ji pêkanîn ku derveyî saetên mesaiye û destûrên hefteyê dersdayînê li mamosteyan ferz dikin dest jê berdin.”