Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e

img

ENQERE – Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle diyar kir ku çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê mîlad e û got: “Rêveberiya Erdogan ango DAIŞ’ê dema ters diçûn pêvajo bi Kobanê dest pê kir. Erdogan serhildana Kobanê dike hêcet û dixwaze tola Kobanê ji HDP’ê bistîne.” 

 
Endamê Şandeya Îmraliyê û siyasetmedarê xwedî tecrûbe yê kurd Hatîp Dîcle operasyona bi hêceta “Lêpirsîna Kobanê” li dijî HDP'ê hat pêk hat şîrove kir û nirxandinên girîng kir.
 
LI QESRA DOLMABAHÇEYÊ HEVDÎTINA KOBANÊ 
 
Şandeya HDP’ê û di heman demê de şandeya Îmraliyê ku ji Sirri Sureyya Ondewr û Pervîn Bûldan pêk tê di 9’ê Çileya 2015’an de li Qesra Dolmbahçeyê li gel Yalçin Akdogan ê wezîrê berê, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû hevdîtin pêk anîne û di hevdîtinê de li ser Kobanê axivîne. 
 
Onder gengeşeya di navbera wan û Ahmet Davûtoglû de derbas bûye wiha vedibêje: “Serokwezîr bêtir têkildarî ewlehiya cemaweriyê bûyerên 6-8’ê Kobanê mînak nîşan dida. Rexne kir û dest bi civînê kir. Bi dudilî nêzî civînê dibû. Diyar kir ku bûyerên 6-8’ê cotmehê zirarek mezin daye pêvajoyê. Di vê mijarê de hem Selahattîn Beg û hem jî HDP’ê rexne kir û dest pê kir. Got ‘dema min biryara vê civînê da jî ez bi dudulî nêz bûm.’ Me vê nêzîkatiya Serokwezîr nêz nedît. Me destnîşan dikir ku divê di van mijarên wiha de em bêtir bên cem û têkiliya navbera me qût nebe. Di bûyerên Kobanê de helwesta hikumetê bû sedem. Beriya banga MYK2ê heta dawiyê jî şandeya me gelek hewldanan kir. Hem jî Selahattîn Beg telefonî Serokwezîr kir. Heke têkildarî Kobanê bersivek herî biçûk jî werbigirta, wê MYK bang nekira. Me ji wan re got beriya banga MYK’ê gel daketiye kolanan. Di kêliya bûyeran de û piştî bûyeran HDP’ê kirin hedef û kampanyayên ku hedef nîşan didin û lînc dikin ne rast bûn. Hem li dijî Selahattîn Demîrtaş û hem jî li dijî partiya me kampanya lîncê dan destpêkirin. Me vê yekê eşkere ji wan re got. Me got divê êdî ji vê astê were derketin. Ji bo pêvajoyê lazime gavên şênber û pratîk werin avêtin û bi lez bibe. Me ji wan re got di polîtîkaya Kobanê de jî divê polîtîkayên heyî yên hikumetê werin guhertin.” 
 
OCALAN PERGALA CEMAWERIYÊ DESTNÎŞAN KIRIYE 
 
Têkildarî “ewlehiya cemaweriyê” ya ku li ser hev dihat destnîşankirin Ocalan jî di heman hevdîtinê de vê nirxandinê kiribû: “Ji bo gefa pergala cemaweriyê me bîst sal berê biryar daye û em ji wê noqteyê derketine. Di vê mijarê de îradeya min teqez e. Vê ji Serokwezîr re jî ragihînin. Di dema berê de jî niyeta me hebû. Me viya bi Ozal re pêk dianî lê belê Ozal kuştin. Niha jî bi hezaran provokasyon hene. Vê ji Serokwezîr û Yalçin re bêjin. Davûtoglû pir bêtecrûbe ye. Dîrokê nizane. Yalçin jî nizane. Bi ser re heta bi bingeha berjwendiyê nêz dibin.” 
 
Ocalan di heman hevdîtinê de wiha jî gotibû: “Heke ji pergala cemaweriyê min berpirsiyar bigirin, PKK’ê sûcdar bikin, ji bo vê yekê divê şertên danûstandinê gavek beriya gavekê temîn bikin. Ez ji bo pergala cemaweriyê berpirsiyarê hildidim ser milê xwe. Heke danûstandin tune be wê ev yek çawa pêk were.” 
 
OCALAN: MIN NAME NENIVÎSANDA WÊ DARBE PÊK BIHATA 
 
Ocalan di hevdîtinê de hem ji bo siyasetê hem jî ji bo dewletê helwesta çalakiyên Kobanê wiha gotibû: 
 
“Ocalan: Heke di şerê Kobanê de israr bidome, li pişt vê darbe ye. Li Kobanê darbeyek tê haveynkirin. Herî dawî ev di bûyera Parîsê ya duh de da nîşandan ku amadekariya darbeyek felaket têk irin. Wê bi stemkarî Erdogan bibin. Min berê mînaka Mûrsî jî dabû, lê belê ji bo encamek xerab amadekarî tên kirin. Wê bixwazin ku PKK’ê bikar bînin. Dixwazin bi ser PKK’ê re darbeyek ava bikin. Terzê şerê heyî rê li ber vê yekê vedike. Vaye di 6-8’ê Kobanê de derket holê. Heke min name nenivîsanda wê darbe pêk bihata. Yek ji we jî ne di ferqa vê yekê de bûn. Dest ji 40 kesî berde wê mirinên bêhejmar çêbibûna. Selahattîn jî ne di ferqa vî îşî de bû. Tu gumana min ji dirûstbûna wî nîne, lê divê rast têbigihê û di mijara nîşandana refleksên bi hêz de kêmasî hene. Wê wî jî bibirina. Çerxa darbeyê hin bêtir bi stemkarî tê birêvebirin. 
 
Ocalan: Ji bo pergala cemaweriyê hespê ne li pişt erebokê pêwîste deynin pêşiya erebokê. Halbûkî hûn dixwazin em erebokê deynin ser pişta hespê. Hûn dibêjin ji welatiyan fişar heye. Qismek ji wan xayînin. 
 
Ocalan: Ji Serokwezîr re bêjin, heke pergala cemaweriyê bi temamî were rûniştandin em ê rola dîrokî bileyîzin. Lê ev yek di vê civînê de nabe. Em ê di civîna dawî de bangek baş bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo şertên fizîkî divê qata jorîn were amadekirin. Hûnê bêjin Ocalan di mijara dewleta demokratîk de dixwaze rola xwe bileyîze. Em ê projeyek wisa ragihînin ku PKK wê çekan deyne û dibe hêzek pergala cemaweriyê.” 
 
TÊKILIYÊN DAIŞ Û TIRKIYE
 
Hevserokê Berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle ku di 9’ê Çileya 2015’an de dema ku civîn pêk hat de di heyeta Îmraliyê de bû, derbarê mijarê ev tişt got: “Di wê pêvajoyê de 8 meh bûn tev lî hevdîtinan bûbûm. Piştî tevlîbûna mehek şûn de serhildanên Kobanê çêbûn. Wê demê di hevdîtinên me yên bi heyeta dewletê re Birêvebirina KCK’ê timik digot ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike û DAIŞ’ê areste dike û dixwest me vê ji Birêz Ocalan re ragihînin. Heta hin dema vê yekê bi nivîskî jî ji Birêz Ocalan re radigihandin. De hevdîtinan dihat rojevê, lê heyeta dewletê timik red dikir. Digotin, ‘Na ezbenî’. Timik weke ezbenî xîtabî Birêz Ocalan dikirin. Digotin DAIŞ’ê weke rêxistina terorê dibînin.”
 
‘PLANA ÇONGŞIKANDINÊ BI KOBANÊ RE DEST PÊ KIR’
 
Dîcle, bi bîr xist ku li gel redkirina piştgiriyê jî wê demê li ser sînorên Tirkiyeyê wêneyên piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê dihatin kişandin û got ku Plana Çongşikandinê ya di Lîjneya Ewlehiya Neteweyî ya 30 Cotmeha 2014’an de biryara wê hatiye dayîn di 14’ê Îlona 2014’an de bi êrîşa DAIŞ’ê ya ser Kobanê re ketiye dewrê. Dîcle, vê vegotina fermandarekî girîng yê demê “Di rastiyê de me Şamê kiribû hedef, lê piştre li ser agahiya ku fermandarên me dan, bi daxwaza Erdogan me êrîşan aresteyî Kobanê kir.” bi bîr xist.  
 
GOTINÊN ‘KOBANÊ KET, DIKEVE’ 
 
Dîcle, da zanîn ku gotinên Erdogan ên li Dîlokê ku wê demê gotibû “Kobanê ket, dikeve” bandor li ser destpêkirina çalakiyên 6-8’ê cotmehê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Ev gotin di nav kurdan de bûbûn sedema hêrsê. Li Kobanê berxwedaneke destanî û mezin hebû. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ku ji 60 welatan pêk dihat jî heta wê rojê têkoşîneke bi bandor nedimeşand. Şeva ku kuçeyên dawîn ên Kobanê dihatin parastin, nêzikbûna koalîsyonê guherî. Bombardûmana herî mezin a li dijî DAIŞ’ê wê şeve pêk hat. Paşdexistina DAIŞ’ê jî piştî wê pêvajoyê dest pê kir.”
 
Dîcle, bi lêv kir ku wê demê HDP’ê li dijî wehşeta ku li Koıbanê pêk dihat herkesî vexwendiye çalakiya aştiyane û demokratîk û wiha pê de çû: “Ji ber ku em endamên Heyeta Îmraliyê bûn, agahî ji me re dihat ku siyasetmedarên HDP’ê bi rayedarên hikûmetê re di nav têkiliyan de ne. Davûtoglû û rayedarên dewletê digotin ku divê çalakî bên bidawîkirin û bi gotina wan dihat gotin ku ev çalakî pêvajoya çareseriyê jî dikin xetereyê. Heyeta HDP’ê gotibû ku bi peyama Birêz Ocalan çalakî dikarin bên rawestandin. Bi peyama ku ji Birêz Ocalan hatibû, bi ragihandina Demîrtaş re çalakî rawestiyabûn.”
 
OCALAN: WE DIKARÎBÛ MUDAXILEYÊ DAIŞ’Ê BIKIN 
 
Dîcle, çîrokeke di hevdîtina li Îmraliyê ku piştî çalakiyên Kobanê hat lidarxistin de wiha vegot: “Diyar bû ku Birêz Ocalan piştî serhildanên Kobanê pir bi hêrs bibû. Wê demê berê xwe da şandeya dewletê û wiha got; ‘Tankên we li wê derê bûn, we dikarîbû hûn mudaxileyê DAIŞ’ê bikin, lê we nekir. DYA’yê mudaxile kir. Ji vir û şûnde wê sempatiya hemû kurdan ji bo DYA’yê pêş bikeve. Berpirsiyarê vê hûnin.’ Şandeya dewletê,  nekarî tu bersivê bide. Ji ber ku bersivekê wan ê ku bidaban tune bû.”
 
Dîcle, tespîtên Ocalan ên li ser mekanîka darbeyê wiha nirxand: “Birêz Ocalan di hevdîtinên Îmraliyê de, her tim ji dewletê re wiha digot; ‘Mêze bikin, ger ev pêvajo xirab bibe, teqez wê Tirkiye gav bi gav bişibe Sûriyeyê. Dibe ku mekanîka darbeyê li Tirkiyeyê bikeve dewrê.’ Dema qala dînamîka darbeyê dikir, di dawiya sala 2013’an de, li dijî cemaeta Fetullah Gulen operasyonek hatibû destpêkirin û heya wê demê bi AKP’ê re di nava koalîsyonekê de hewl didin dewletê bi rêve bibin. AKP’ê di dawiya sala 2014’an de dest bi guhertina muttefîkên xwe kir. Dûre ew muttefîk derket holê û hêdî hêdî nêzî MHP’ê bû. Dîsa Ergenekonê bi dendika kûr a dewletê re li hev kirin. Birêz Ocalan hê wê demê gotibû ku hişmendiya AKP-MHP û Ergenekonê ber bi darbeyê ve diçe. Ocalan wê demê got ku wê mekanîzmeya darbeyê bikeve dewrê û wisan jî bû. Di sala 2015’an dest bi şer hat kirin û di 15’ê Tîrmeha 2016’an de dînamîkên darbeyê ketin dewrê. Hişmendiya AKP-MHP û Ergenekonê, encameke ku serdestiya Tirkiyeyê bike, derxist holê.” 
 
‘EM Ê MASEYÊ TERK NEKIN’
 
Dicle di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ocalan her tim digor; ‘Emê maseyê terk nekin. Em ê hewl bibin ku encam bigirin.’ 6 û 8’ê Cotmehê weke ku mîladek bû. Wê demê pêvajoya têkçûyîna rêveberiya Erdogan, yan jî DAIŞ dest pê kiribû. Ev pêvajo bi Kobanê dest pê kir. Ji ber vê berî 6 salan Erdogan serhildanên Kobanê kir hincet û êrîşî HDP’ê kir. Di rastiyê de ev operasyona niha jî, operasyona tol girtinê heye. Pêvajoya tesfieya DAIŞ’ê, di 6 û 8’ê Cotmehê de dest pê kir. Hikumeta AKP’ê jî di 7’ê Hezîranê de winda kir. Ji wê rojê û vir ve Erdogan bû dewlet. AKP bû dewlet û hizma MHP’ê ya dewletê. Bi vê re jî ket bin kontrola dewleta kûr a Ergenekonê. Ev hemû ne tesadufin. Ji sedî dengekê Dogu Perînçek jî tuneye, lê hemû projeyên wî yek bi yek tên bi cih anîn. Ji wê rojê û vir ve AKP ji AKP’e bûyîna xwe derket. Bi tevahî bû çete, bû mafya û bû lîstîka tifaqa pergala sêyemîn. Êdî koalîsyonek heye û ev koalisyon Tirkiyeyê bi rêve dibe.” 
 
‘DEWLET DI ZORÊ DE YE’
 
Hatîp Dîcle, di dawiya axaftina xwe de, wiha got: “Ji dema HEP’ê ve 30 sal tecrubeyên me yên dîrokî hene. Çi dema ku dewlet dikeve nava zor û zehmetiyê, hîn zêdetir êrîş dike. Niha jî di heman rewşê de ye. Ev operasyona li dijî HDP’ê, di heman demê de li hemberî kampanyeya mezin a li dijî dagirkerî û azadkirina Ocalan a di 12’yê Îlona 2020’an de hat destpêkirin e.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e