Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!

  • rojane
  • 09:19 2 Cotmeh 2020
  • |
img

ÊLIH - AKP, hema bibêje di her hilbijartinê de Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê ji xwe re dike malzemeya propagandayê. Lê belê nexweşxane 9 sal in înşeat e û hîn jî nayê zanîn wê kengî biqede û hejmara nivînên wê çend be. 

Projeya Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê di sala 2011'an de hatibû amadekirin û di 2015'an de jî dest bi çêkirina wê hatibû kirin. Lê belê 9 sal derbas bûne hîn jî neqediyaye. Her wiha AKP, di her hilbijartinê de wê ji xwe re dike malzemeya propagandayê. 
 
Hîn jî nayê zanîn wê çêkirina nexweşxaneyê kengî biqede. 
 
ÎHALEYA WÊ GELEK CARAN HAT BETALKIRIN 
 
Îhaleya ewilî ya projeya nexweşxaneyê di 3'yê Çileya 2011'an de hat kirin û di 16'ê Sibata 2011'an de jî hat betalkirin. Di meha Nîsanê de cardin îhaleya wê hat kirin. Lê belê ev îhale jî hat betalkirin. Dû re hat gotin wê qapasîteya nexweşxaneyê bibe 300 nivîn û ji bo vê jî îhaleyek hat çêkirin. Lê belê di serê sala 2014'an de ev îhale jî hat betalkirin. Di heman salê de ji bo înşeata nexweşxaneyê îhaleyeke din jî hat çêkirin. Bi şertê ku di 3'yê Îlona 2016'an de temam bibe îhale bi 62 milyon û 347 hezar TL'yî dan Şîrketa Serkayê. 
 
Her wiha Serokê Îdareya Avahiyên Giştî ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî di bin navê "Karê Îkmalê yê Înşeata Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê ya 300 Nivînî" îhaleyeke din çêkir. Îhale bi şertê ku di 21'ê Hezîrana 2019'an de biqede bi 94 milyon û 967 hezar TL'yî dan Şîrketa Madenvaniyê ya Kayaşê ku girêdayî Sertayê ye. 
 
Herî dawî jî ji bo karên gaza xwezayî ya nexweşxaneyê di meha Îlonê de îhaleyeke din hat çêkirin. Îhale di 15'ê Îlonê de hat çêkirin û bedêla wê 480 hezar TL ye û dema qedandia wê jî 31'ê Cotmeha 2020'an e. 
 
KÎ HAT LI GOR XWE WEXTEK DIYAR KIR 
 
Ligel ev qas îhaleyan hîn jî înşeat neqediyaye û ji bo qedandina wê jî daxuyaniyên cuda hatine dayîn. Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di 2'yê Gulana 2015'an de hatibû bajêr û ji bo nexweşxaneyê gotibû: "Ligel nexweşxaneya dewletê ya 400 nivînî, nexweşxaneya welidandinê ya 200 nivînî tê çêkirin." 
 
Dû re Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr der barê nexweşxaneya ku AKP wê ji xwe re kiriye malzemeyeke hilbijartinê û ji ber ku zemîna wê ne baş bû bûbû rojev, daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin wê nexweşxane di dawiya sala 2017'an de biqede. 
 
Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim jî di mîtînga xwe ya Êlihê de ku di 1'ê Hezîrana 2018'an de hatibû lidarxistin, gotibû: "Nexweşxaneya welidandinê ya 350 nivînî tê çêkirin, ser xêrê be. Lê ev ne bes e, wê nexweşxaneyeke 500 nivînî jî bê çêkirin. Piştî nexweşxane bê çêkirin wê fakulteya tibê jî çêbibe. Di pêş de em ê fakulteya tibê jî têxin rojeva xwe." 
 
HERÎ ZÊDE JÎ PARLEMENTERÊ AKP'Î BEHSA ANIYE SER WÊ
 
Heya niha herî zêde Parlementerê AKP'ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr der barê nexweşxaneyê de daxuyanî dane. Ozdemîr, di 3'yê tebaxa 2018'an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî gotibû: "Me li nexweşxaneya xw ehin lêkolîn kirin. Ji bo zû bê çêkirin û xizmeta gelê me bike em ê wê bişopînin." Ozdemîr, di 17'ê Nîsana 2019'an de seredana Serokê TOKÎ'yê Omer Bûlût kiribû û jê xwestibû înşeata nexweşaneyê temam bike. 
 
Ozdemîr di 17'ê Îlona 2019'an de jî gotibû wê nexweşxane bê vekirin, lê negotibû wê kengî bê vekirin. Di Çileya 2020'an de di hevpeyvîna xwe ya rojnameyeke xwecihî de jî gotibû wê nexweşxane di Hezîrana 2020'an de vebe. Ozdemîr, di 20'ê Gulanê de jî gotibû: "Me li Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Nû ya Êlihê ku dê 3-4 meh şûnde vebe hin lêkolîn kirin." 
 
Herî dawî Ozdemîr di hevpeyvîna xwe ya 30'yê Îlonê de gotibû wê nexweşxane di meha Cotmehê de vebe. 
 
DAXUYANÎ LI HEV DERNAYÊN
 
Ligel van daxuyaniyan, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di 4'ê Îlonê de gotibû: "Em ê li Êlihê nexweşxaneya 440 nivînî di dawiya vê mehê de vekin." 
 
Her wiha Midûriyeta Giştî yê Veberhênaniyên Tenduristiyê jî di 21'ê Îlona 2020'an de gotibû wê hejmara nivînên nexweşxaneyê 385 be. 
 
MA / Metîn Yoksû
 

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e