ŞIRNEX - Koçerên ji zozanan vedigeriyan, wesayîta wan qeza kir û di qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li nêzî Zozana Meydan Zengîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayeta koçerên ji Sêrtê yên ji zozanan vedigeriyan qeza kir. Di qezayê de jina bi navê Selîme Şenyuz jiyana xwe ji dest da û 4 zarok birîndar bûn.
Hat diyar kirin ku zarokên birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.