‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’

  • rojane
  • 14:29 2 Cotmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û mafnasan bertek nîşanî girtina siyasetmedarên HDP’yî dan û gotin: “Îpotek danîne ser vîna gel. Divê muxalefet bi gavên wêrektir xwedî li HDP’ê derkeve.” 
 
Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û mafnasan bertek nîşanî girtina 17 siyasetmedarên HDP’yî dan. 
 
KESKÎN: LI DIJÎ AQILAN E 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn: Girtin ji aliyê rêveberiya siyasî ya li ser darazê ve pêk tê. Wek hiqûqzanek tiştek bêjim nîne. Dewletê hiqûqa xwe navxweyî jî di nav de peymanên navdewletî hemû binpê kiriye. Pêvajoyek bêhiqûq û bêwîjdan. Ev hevalên me bi fermana îqtîdara siyasî hatin girtin. Îdiaya ‘endamtiya rêxistina çekdar” li ser van kesan li dijî aqilan e. Pirsgirêkek me ya muxalefetê heye. Ez bang li her kesê ku ji destekkirina HDP’ê direve û ditirse dikim; Li cem HDP’ê cih girtin di heman demê de dijderketina hemû neheqiyên li ser gelê kurd e jî. Her kesê dibêje ez muxalîf im divê deng derxe. 
 
KAYA: ÎPOTEK DANÎNE SER VÎNA GEL 
 
Parlamenterê CHP’ê Yildirim Kaya: Navê vê operasyonê danîna îpoteka li ser vîna gel e. Girtina HDP’iyan û HDP ne pirsgirêk e. Pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ye. Pirsgirêka aştiyê ye. Heke em li Tirkiyê aştî û demokrasiyê dixwazin, divê demildest dest ji van operasyonan berdin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li demokrasiyêderkevim. Di rewşek wiha ku vîna gel di bin îpotekê de be meriv nikare behsa demokrasiyê bike. 
 
MELDA ONÛR A CHP’YÎ BANG LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Parlamentera berê ya CHP’ê û rojnamevan Melda Onûr: Girtina HDP’iyan êrişa li dijî eniya demokratîk û muxalefetê ye. Partiyên muxalefetê divê helwestek zelal li dijî operasyonan nîşan bidin û rexne bikin. Pêwîste muxalefet li dijî girtinan û operasyonan gavên wêrek biavêje. Dema ev gavên wêrek neyên avêtin wê tevahiya welat bikeve ber pêlên van êrişan. 
 
KARABÛLÛT: EM WERIN BA HEV 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Avahî û Rêyan (Dev Yapi-Îş) Ozgur Karabûlût: Êrişa li dijî HDP’ê êrişa li dijî eniya demokrasiyê ye. Îqtîdara ku tengav bûye tola xwe ji muxalîfan hildide û êrişî wan dike. Em van operasyonan û girtinan şermezar dikin. Pêwîste eniya demokrasiyê li dijî van êrişan li hev bicivin û bersiva van operasyonan bidin. Dema helwest were nîşandan wê nikaribin gavan bi eniya demokrasiyê paş ve bidin avêtin. 
 
TEKÎNOGLÛ: DIVÊ TÊKOŞÎNA ÇALAK BÊ KIRIN 
 
Hunermend Devrîm Tekînoglû: Ev operasyon û girtin rêbaza klasîk a li dijî kurdan e. Ez bang li her aliyan dikim ku li dijî van êrişên li ser kurdan bi awayên çalak têbikoşin. 
 
KAPLAN: BÊTIR BIBIN XELEK 
 
Hunermend Canan Kaplan: Divê çîna karkerên Tirkiyê û gelê kurd li dora HDP’ê bibe xelek. Serhildana Kobanê rewa ye. Hevrêyên me hemû yên Kobanê parastin rûmeta me ne. Pêwîste rewşenbîr û hunermend li dijî vê rêxistina sûc dike derkevin û bi berxwedana gelan re mil bidin milê hev. 
 
GUNAY: ZIRARÊ DIDIN TIRKIYÊ 
 
Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertûgrûl Gunay: 6 sal bi ser vê sûcdariyê re derbas bûye. Ayhan Bîlgen berê jî ji vê lêpirsînê hatibû darizandin, hatibû beratkirin û tezmînata xwe jî wergirtibû. Ev bi temamî biryarek siyasî ye. Ji bo şarederiyek di destê HDP’ê de nehêlin, hêza wê ya parlamentoyê lawaz bikin û di hilbijartina pêşiya me de HDP’ê asteng bikin, vê operasyonê pêk anîn û siyasetmedaran girtin. Piştî girtina Bîlgen demildest qeyûm hat tayînkirin. Ev jî rehenda siyasî ya meseleyê dide nîşandan. Ev oprasyon û girtin zirarê didin Tirkiyê. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e