NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 442 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 325 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 321 hezar û 512.