Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin

  • rojane
  • 09:05 3 Cotmeh 2020
  • |
img

COLEMÊRG - Li gundên Colemêrgê ji ber di şebeke û înternetê de pirsgirêk heye, xwendekar her roj ji bo têkevin EBA'yê heya ber Çemê Zapê dimeşin. Her wiha ji ber şarja telefonê diqede, kêmbûna şebekeyê, dengê wesayîtan û avê gelek caran xwendekar bêyî ku têkevin EBA'yê cardin berê xwe didin gund. 

Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê, ji ber şewba Covîd-19'ê Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (EBA) ava kiribû. Lê belê ji roja ku tor hatiye avakirin heya niha bipirsgirêk e. Ji ber vê bi sed hezaran xwendekar nikarin têkevin EBA'yê. Nexasim jî li herêmê ji ber înternetê û şebeeya telefonan xwendekar baş nikarin têkevin EBA'yê. 
 
HEYA ZAPÊ DIMEŞIN 
 
Ji deverên ku xwendekaran nikarin têkevin hin jê jî mezrikên Mêbok û Çemê Mendo yên gundê Rintkê yê Colemêrgê ye. Xwendekarên mezrikan serê sibehê zû tên cem hev du û ji bo akribin têkevin EBA'yê her roj heya Geliyê Zapê dimeşin. Gava xwendekar digihên ber Çemê Zapê, qederekê jî li bendê ne ku operator pêwendiyê bi EBA'yê re deyne. 
 
ŞEBEKE, ŞARJ, DENGÊ WESAYÎTAN Û AVÊ...
 
Her wiha xwendekar li cihên ku şebek heye jî bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji ber dengê çûnhatina wesayîtan û ava Çemê Zapê gelek caran xwendekar titên mamsote dibêjin nabihîsin. Bi ser de qelsbûna şebekeyê jî heye û gava şarjên telefonan diqedin xwendekar nikarin pêwendiyê bi EBA'yê re deynin. Ji ber van pirsgirêkan gelek caran xwendekar bêyî ku pêwendiyê bi EBA'yê re deynin berê xwe didin malê. 
 
Ji weliyên xwendekaran Farûk Ertûş, anî ziman ku bi salan e li cem wan înternet tuneye û şebeke nebaş e û got, ji bo vê gelek caran serlêdan kirine lê belê piraniya serlêdanên wan bê bersiv mane. Ertûş got: "Em dixwazin zarokên me bixwînin, lê derfet tunene. Ji ber înternet û şebekeyê em pir mexdûr in. Em li bendê ne bê çareserkirin. Divê zarokên me ji dersan namînin." 
 
7 XWENDEKAR Û TELEFONEK 
 
Ji welayan Îdrîs Çîftçî jî anî ziman ku 7 zarokên wî xwendekar in û tenê bi telefonekê diekvin EBA'yê. Çîftçî, bilêv kir ku gelek caran ji bo kar mecbûrî ji malê dertê û gava dertê zarokên wî nikarin têkevin EBA'yê. Çîftçî got: "Gava li malê bim yek an jî du zarokên min tevlî dersan dibin. Lê wexta diçim kar nikarin. Carinan ji bo kar bi rojan nayêm malê. Ji ber vê jî zarokên min mexdûr dibin." 
 
Kurê Çîftçî Halît Çîftçî got: "Li malê ne komputer ne jî tableta me heye. Gava bavê min li malê be em bi dorê tevlî dersan dibin. Ew jî em tevlî dersên girîng dibin. Lê wexta bavê min diçe, em nikarin beşdar bibin. Tenê em pirtûkên xwe dixwînin û hewl didin tiştekî hîn bibin." 
 
LI HÊLEKÊ ZAP LI HÊLA DIN RÊ 
 
Hayrettîn Ertûş k bi xwendekaran re diçe ber Çemê Zapê, anî ziman ku xwendekar li cihekî neewle tevlî dersan dibin. Lewma fikarên wan hene û got: "Her roj weliyek bi zarokan re tê vê derê. Ji ber ku dinya xweş e em bi kêfxweşî tên. Lê gava baran bibare û dinya sar bibe, wê zarok nikaribin bên vê derê û nikaribin têkevin dersan. Li hêlekê Çemê Zapê li hêla din jî rê heye. Ma wê zarok bi vî awayî çawa bi ser bikevin? Niha heqê fatûreya telefona min 60 lîre ye û 8 GB înterneta min heye. Ji ber ku têra zarokan nake, her tim pakêtine din dikirim. Em nikarin ji bin vî barî rabin. Ji bo pewerdehiya zarokê xwe li malê bimînim an ji bo debara malbata we biçim kar, ez jî nizanim." 
 
GAVA BIRAYÊ WÎ LI MALÊ TEVLÎ DERSAN DIBE 
 
Bîlal Ertûş ku li navenda Colemêrgê diçe dibistanê got: "Ji ber ku li gund şebekeya telefonê tuneye, em diçin derveyî gund û bi vî awayî dersên xwe dişopînin. Telefona min tuneye. Lewma telefona birayê xwe bi kar tînim. Lê gava ne li malê be, nikarim tevlî dersan bibim." 
 
GAVA DINYA SAR BIBE WÊ ÇAWA BE? 
 
Kenan Ertûş jî ku li Lîseya Anadolûyê ya Cumhûriyetê ya Colemêrgê dixwîne got: "Niha ji ber u dinya xweş e em pir zehmetiyê nakişînin. Lê gava dinya sar bibe nizanim em ê çi bikin. Niha telefona bavê xwe bi kar tînim. Lê gava bavê min diçe kar ji mecbûrî nikarim tevlî dersan bibim. Her wiha înterneta bavê min jî bisînor e. Dengê wesayîtan û avê nahêlin em konsantre bibin. Pirî caran ji ber qelebalixiyê dengê mamoste nayê me. Em dixwazin ev pirsgirêk bê helkirin." 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

04/10/2020
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e