ENQERE - Li qatilê Ayşe Karaman Ozgur Tarhan, 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat birin.
Danişîna biryarê ya doza Dr. Ozgur Tarhan ê teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Dozger der barê Dr. Ozgur Tarhan de bi îdîaya “Bi zanebûn kuştiye" doz vekiribû.
Dozger mutaalya xwe ya darbarê bersûc de aşker kir û xwest qetil Tarhan ê ne girtî tê darizandin bi sûdariya “Bi zanebûn, bûye sedema mirinê” ji 2 salan heya 9 salan bê cezakirin.
Dadgehê, bi sûcdariya “Bi zenbûn, bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li qatil Tarhan birî.