ENQERE - Bijîşkê GATA'yê yê bi gotina "Hevjîna duyemîn bînin" ket rojevê Alî Edîzer ji peywirê hat girtin.
Lijneya Venêrînê ya Wezareta Tenduristiyê, Alîkarê Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhane ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê (GATA) Dr. Alî Edîzer, ji ber gotinên wî yên "Li şûna hevberdanê, hevjîn aduyemîn bînin" ên bûn rojev, ji peywirê girt.