NAVENDA NÛÇEYAN - Li El Babê ya dibin kontrola Tirkiyê û hêzên paramîlîter de, teqîneke mezin rû da. Di teqînê de 7 kes mirin û ji 20'î zêdetir kes birîndar bûn.
Li bajarê El Bab a Sûriyeyê, ya dibin kontrola Tirkiyê û hêzên paramîlîter Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de, teqîneke mezin rû da. Di teqînê de 7 kes mirin û ji 20'î zêdetir kes birîndar bûn. Ji ber mezinahiya teqînê, zirarek mezin gehişt kargeh û malên derdorê.