WAN – Li gundê Çiliya Jor ê navçeya Ebexê li ser sînor welatiyê bi navê Şefîk Baga hat kuştin.
Li gundê Çiliya Jor ê navçeya Ebexê ya Wanê li herêma ser sînorê di navbera Îran û bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Şefîk Baga hat kuştin. Gundiyan, diyar kir ku li herêmeke nêzî gund dengê çekan hatiye û li ser vê yekê çûne cihê dengê çêkan jê hatiye û rastî cenazeyê Baga hatine. Gundiyan, destnîşan kir ku leşkeran cenazeyê Baga rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê.
KURÊ WÎ JÎ BIRÎNDAR BÛBÛ
Hat hînbûn ku Baga bazirganiya sînor dike û di 16’ê tîrmehê de kurê wî Azat Baga jî dema ku sewalan çêrandiye birîndar bûye û bi rojan di nexweşxaneyê de maye. Dîsa di 3’ê tebaxê de li heman gundî bavê 6 zarokan Îbrahîm Baykara (46) bi guleya leşkeran hatibû kuştin.