ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 7 Cotmeh 2020
  • |
img

* Parêzer Ercan Yilmaz ê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku têkildarî lêpirsîna 54 kesên di xwepêşandanên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li şûna failên rastî li ser gumanbarên heyî tê birêvebirin û pirsa AKP têkildarî dosyeya Yasîn Boru tim tîne ziman çima behsa mirinên din nake kir. 

* Şaredariya Sûrê ku budçeya wê nemaye, 8 milyon TL deyn ji Şaredaariya Bajarê Mezin a Sûrê stendiye. 
 
* Li akademîsyen Esra Erguzeloglû ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin 3 hezar û 150 TL ceza hatiye birîn. Erguzeloglû, ji ber ku tevlî çalakiya "Em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin" bûye ceza lê hatiye birîn. 
 
* Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, di dema qawîşguherandinê de Yekta Savaş Delî hatiye îşkencekirin. 
 
* Ekolojîstan nerazîbûnên xwe yên li dijî operasyona li hemberî HDP'ê anîn ziman. Ekolojîstan li dijî zext û zoriyan bal kişandin ser têkoşîneke hevpar û gotin, li dijî faşîzmê têkoşîneke civakî divê. 
 
* Li Casîm Ozan Çeltîkê ku bi kezavê Berfîn Ozekê birîndar kiribû, 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Niha jî Ozek hewl dide ku cezayê hatiye birîn bişîne Dadgeha Bilind. Ozekê ji bo êrîşa lê hatiye kirin got: "Niha wateya hevoka 'heya neyê serê meriv, meriv fêm nake' baş fêm dikim." 
 
* Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê ji ber "Nexşerêya" ku Ocalan berpêşî DMME'yê kiribû hevdîtina parêzeran heya 6 mehan qedexe kiribû. Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir ku "Nexşerê" gelek pêşniyarên çareseriyê di xwe de dihewîne û biryara hatiye dayîn hem dijî hiqûqa navxweyî hem jî dijî ya navneteweyî ye. 
 
* Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku bûyera avêtina ji helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku îqtidar dixwaze ser îşkenceyê bigire û ji ber vê rojnamevan hedef hatine girtin. 
 
* Fethî Înal ku bi salan e li quntarên çiyayê Cûdî û Bestayê şivaniyê dike, diyar kir ku ji ber şewitandinê giya nemaye û got: "Her der şewitiye. Cihekî ku em pez lê biçêrînin nemaye. Em hewl didin ku pez bibin cihên dûr, lê ew der jî qedexe ne. Li herêmê cihekî hêşîn jî nehiştine."
 
* Li Edeneyê 4 sal berê polîs B.O., Mûrat Daşkan kuştibû. Polîs ji ber kêmbûna delîlan beraet kiriye. Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku çendî ku delîl hebûn jî cardin bi destê darazê ser bûyerê hatiye girtin û got: "Sedema vê biryara beraetê, hiqûqa bêcezatiyê ye." 
 
* Li gundê Sêdeqnê yê navçeya Farqînê berhevkirina hirmiyan dest pê kir. Gundî ji xêrûbera hirmiyan kêfxweş in lê ji ber bihayê wan bi gazinc in.
 
* Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bi daxwaza "xebata bi ewle û butçeyek alîgirê kedê" dê li ber avahiya Defterdariya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
 
* Danişîna doza bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kiriye" ya derbarê helbestvan Ahmet Tellî de hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.30)
 
* Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç derbarê geşedanên di rojevê de dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)

Sernavên din

07/10/2020
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye