Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin

  • rojane
  • 09:17 7 Cotmeh 2020
  • |
img

ENQERE – Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku bûyera avêtina ji helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku îqtidar dixwaze ser îşkenceyê bigire û ji ber vê rojnamevan hedef hatine girtin. 

Li bejahiya navçeya Şax a Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban hatibûn îşkencekirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rojnamevanên ku bi belge û delîl der barê vê bûyerê de agahî ragihandin raya giştî hatin binçavkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç ku ew jî bûyera helîkopterê ji roja ku qewimiye heya niha dişopîne, anî ziman ku dewlet hewl daye ser îşkenceya bi helîkopterê bigire. 
 
Sarisaç, destnîşan kir ku ji ber vê esker û polîsa serî li hemû bêhiqûqîtiyan dane û got: "Vê yekê jî ji bo hem bandorê li darazê bikin hem jî ji bo civak pê nehese kirin. Jixwe nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê ev nûçe aşkere kiribûn û haya raya giştî pê xistin. Jixwe divêtiya rojnamevaniyê jî ev e. Ji ber ku AKP-MHP çapemeniya hewzê xitiye bin banê xwe, naxwazin ji xeynî evana kes hereket bikin. Ên hereket dikin jî dixwazin wan bi delîlên sixte bêdeng bikin." 
 
‘MA DI HEDEFÊ DE BÛ' 
 
Sarisaç, diyar kir ku gava polîsan avêtiye ser şîna Servet Tûrgût jî rojnamevan kirine hedef û got: "Gava Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, parlementerên me çûn şînê. Di şînê de jî xwestin bi heman awayî bêdeng bikin. Gava Naîf Tûrgût xwest ji bo mêvanan biaxive û gava parlementerên me jî xwestin biaxivin, cîgirê midûrê emniyetê mudaxile kir. Paşê ji bo daxuyaniya ku hat dayîn gotin 'Gere Ajansa Mezopotamyayê dîmenan negire.' Yanî gotin MA li kû derê be em ê nehiêlin daxuyanî bên dayîn. Helwesteke bêhiqûqî û otorîter nîşan dan. Wê çaxê me fêm kir ku nûçegihanên MA'yê di hedefê de ne. Li Kurdistanê li dijî çapemeniya azad hewldanine bi vî rengî hene. Gef li nûçegihanan tê xwarin, tên tacizkirin." 
 
‘ME RAPOREKE BERFIREH AMADE KIR' 
 
Sarisaç, anî ziman ku der barê bûyera helîkopterê de raporeke berfireh amade kirine û got, rapora ku amade kirine wê hem ji saziyên li welêt hem jî ji yên derveyî welêt re bişînin û wê heya dawiyê bûyerê bişopînin. Sarisaç got: "AKP, dixwaze bi hin rojevên din vê bûyerê bide jibîrkirin. Lê belê em ê wê bişopînin. Ji lewra rewş hatiey wê astê ku avêtina kurdan aji helîkopterê jî b»ye tiştekîa sayî. Lê belê komkujî û zilmên li Tirkiyeyê tên kirin ne asayî ne û ji bo gelê kurd bi mirinê neyê bibîranîn çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
‘DEWLETÊ DER BARÊ KURDAN DE KONSEPTEK DANIYE BER XWE' 
 
Sarisaç, anî ziman ku çapemeniya azad ixwaze bêhiqûqîtî û îşkenceyê tên kirin bi raya giştî re parve bike, lê belê bi her awayî tê xwestin ku bêdeng bibe. Sarisaç, destnîşan kir ku dewletê der barê kurdan de konseptek daniye ber xwe û got: "Bi konsepta ku kurdan îşkence bike, li ser sînoran wan bikuje û ji helîkopteran bavêje tev digere. Bi vê konseptê derdikeve pêşberî derdorên din. Gava vê yekê dike jî naxwaze raya giştî pê bihese. Lewma rojnamevan hedef tên girtin. AKP-MHP tenê polîtîkayeke ji bo bêdengkirina muxalifan bi rê ve nabe, niha ketiye nava konsepteke tunekirina gelekî. Dijminatiya xwe ya ji bo kurdan aşker dike. Niha em bi AKP-MHP'eyekê re rû bi rû ne ku dijminatiya bi kurdan bi awayekî herî zalimane dike." 
 
‘QIKIRINÊ DIKIN' 
 
Sarisaç, anî ziman ku êrîşên li ser HDP'ê jî di vê çarçoveyê de ne û got, li Kurdistanê bi sedan bûyerên wekî yên Servet Tûrgût û Osman Şîban pêk tên û gelek jê nayên bihîstin. Sarisaç got: "Niha qirkirineke ji saya salên 90'î wêdetir pêk tê." 
 
‘ÎQTIDARÊ ŞER TECRÎH KIRIYE' 
 
Sarisaç, diyar kir ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, oeprasyonên li dijî HDP'ê û çapemeniya azad li pey hev du pêk hatine û got: "Em ji partîkên dewletê abş dizanin. Ê kurdan temsîl dike û di van şert û mercan de tekane kesê ku li dor maseyê rûnê Birêz Ocalan e. Dewletê gelek caran ev yek kir. Pêşengên Tirkiyeyê hemûyan Birêz Ocalan muxatab girtin û ji her kesî baştir dizanin çareserkirina prisgirêkê ew bi xwe ye. Lewma nêzîkatiya dewletê ya ji bo Birêz Ocalan, nêzîkatiya ji bo helwesta aştiyê ya kurdan û Rojhilata Navîn e. HDP, hem ji bo krudan hem ji bo gelên din ên Tirkiyeyê temsîliyeteke mezin e û tekane partiye ku ji bo aştî û çareseriyê xwedî bernameyekê ye. Çapemenî ligel qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê hêza çarem e. Li Tirkiyeyê û cîhanê hêza herî mezin e ku hikûmetan dide ber lêpirsînê û dike ku hikûmet ji bo demokratîkbûyînê gavina bavêjin. Di vî warî de niha ji xeynî çapemeniya azad hêzek nemaye. Ev êrîş jî nîşan didin ku bê AKP, ji bo xwe konsepeteke şerî ya çawa esas girtiye û çawa nêzî nûnerê gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Birêz Abdullah Ocalan bibe wisa jî nêzî gelan dibe. Niha îqtidarê şer tecrîh kiriye. Em dibînin kengî tecrîd bi dawî dibe atmosfera Tirkiyeyê jî diguhere. Niha baş tê fêmkirin ku bi êrîşên li ser çapemeniyê, HDP'ê û nexasim jî yên li ser Ocalan projeya kuştina gelekî pêk tînin." 
 
MA / Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

09/10/2020
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam