MELETÎ - Li Meletiyê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navend û navçeyên Meletiyê, di serdegirtina malan de, Alî Pinar, Azat Încesû, Fatma Încesû, Husamettîn Kûrûltay û Alî Yilmaz hatin binçavkirin.
Hat hinbûn ku 5 kesên birin Miduriyeta Polîsan a Meletiyê, bi îdîaya delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûn, hatin binçavkirin.