Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe

  • rojane
  • 10:14 9 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komployê û tecrîdê bi fikrên xwe pûç kiriye û got: “Divê êdî azadiya Ocalan bikin armanca xwe." 

 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê birêvebirin ji ajansa me re nirxand. 
 
‘PROJE BI SERNEKET KOMPLO XISTIN DEWRÊ’ 
 
Emekçî anî ziman ku Amerîka, Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) bi komploya li dijî Ocalan xist meriyetê û pişt re bi dagirkirina Afganîstan, Iraq û şerê navxweyî yê Sûriyê berdewam kir. Emekçî da zanîn ku projeya “Modernîteya Demokratîk” a Ocalan ji bo Rojhilata Navîn rêya rizgariyê ye û got: “Birêz Ocalan bi gelên din ên Rojhilata Navîn re têkiliyên baş li pêş xistiye. Li Sûriyê, Lubnan û Iraqê têkiliyên wî baş hebûn. Li Iraqê di wê serdemê de pênaseya Selahattîn Eyyûbiyê hemdem dihat kirin. Birêz Ocalan ji bo dewletên serwer di rewşek ku lîstika wan xera bike de bû. Ocalan wek asteng didîtin. Loma vê komployê pêk anîn.” 
 
PROJEYÊN KRÎZÊ BI DAWÎ BIKIN 
 
Emekçî da zanîn ku pirsgirêka bingehîn a gelên Rojhilata Navîn ew e ku netew-dewlet e û got: “Pergala netew-dewletê li Rojhilata Navîn bingeha krîza li Rojhilata Navîn çê dike. Birêz Ocalan ji bo dawîanîna vê krîzê proje danî holê. Ev proje berevajî moedela netew-dewletê ya hêzên serwer bû. Loma ji birêz Ocalan re gotin ‘lîstikê xera dike’ û dîtin ku Ocalan nakeve bin kontrola wan tasfiyeya wî kirin armanca xwe. Ocalan fizikî nehat tasfiyekirin vê carê jî bi komployê ji Rojhilata Navîn derxistin.” 
 
‘LI DIJÎ BERXWEDANA OCALAN TECRÎDÊ GIRAN DIKIN’ 
 
Emekçî destnîşan kir ku hêzên komploger dîtin ku komploya pêk anîne encam nade vê carê tecrîda sê qonaxî li ser Ocalan 22 sal in didomînin û got: “Birêz Ocalan li dijî her cûre polîtîkayên komplo û tecrîdê îradeya xwe nîşanda da radest nebû û berxwedanek mezin nîşan da û dide jî. Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst projeya Modernîteya Demokratîk li pêş xist. Bi vî awayî hem komployê û hem jî pergala tecrîdê pûç kir. Li dijî vê yekê perspektîfan li pêş xist.
 
Li dijî helwesta Ocalan tecrîda girankirî sepandin û her wiha di vî warî de yasayên Ocalan derxistin û şertan giran kirin. Sal bi sal her ku çû şertên Ocalan giran kirin. Qedexeya çûna parêzeran di 2011’an de xistin meriyetê û ev qedexe hêj didome. Piştî pêvajoya çareseriyê qediya asta dawî jî wek tecrîda mutleq xistin dewrê. Dixwazin bi sepanên li Girava Îmraliyê ango pergala Îmraliyê vîna Ocalan teslîm bigirin lê bi ser nakevin. Biryara qedexekirina çûna parêzeran a cem Ocalan ku di 23’ê îlonê de hatiye girtin, dij hiqûqî û dij yasayî ye.” 
 
‘DIVÊ ÊDÎ AZADIYA OCALAN PÊK WERE’ 
 
Emekçî bal kişand ser rakirina tecrîdê û wiha got: “Birêz Ocalan pirtûkên “Ji Dewleta Sumer Rahîp’, ‘Parastina Gelekî’ û di pirtûkên wî parastinê yên 5 cildî de dahûrandina Modernîteya Kapîtalîst dike. Di van pirtûkan de bi hûrgulî  li ser parçekirina pergala tecrîdê disekine. Parastinên wî çiqas bikevin pratîkê wê ewqas encam were girtin. Zîndana Îmraliyê zîndanek li ser pergala tecrîdê hatiye avakirinê ye. Heta îro yên li wir hatin ragirtin, bi tecrîdê re rûbirû man. Li ser birêz Ocalan tecrîdek ku di dîrokê de nehatiye bihîstin tê sepandin. Lê belê birêz Ocalan bi sekna xwe van polîtîkayan hemû pûç kiriye. Tiştek tenê maye ew jî azadiya birêz Ocalan e. Her têkoşîna li dijî tecrîdê tê dayîn gelek bi nirx e. Divê êdî azadiya Ocalan ji xwe re bikin armanc." 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

09/10/2020
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam