DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin

  • rojane
  • 13:26 10 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - DFG, MKGP û Nûneriya TGS'ê ya Amedê, têkildarî 4 rojnamegerên ku li Wanê rastiya 2 welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin kirin nûçe û hatin girtin, daxuyanî da û xwest bi lez 4 rojnamegerên hatin girtin serbest bên berdan. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, anî ziman ku êdî girtina rojnamegeran nayê qebûlkirin û got: "Rojnamegerên li Wanê hatin girtin bila bi lez serbest bên berdan, Rojnamegerî Nayê Darizandin." 
 
Li Wanê ji 6 rojnamegerên ku bûyera 2 welatiyên ji helîkoptêrê hatin avêtin û yekî jiyana xwe ji dest da kirin nûçe, 4 rojnameger duh hatin girtin. Têkildarî girtina 4 rojnamegeran Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), Pilatforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), li avahiya DFG'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Roza Metîna û Nûnerê TGS'ê Mahmut Oral û gelek rojnamgerên din beşdarî civînê bûn. Rojnamegeran li salonê dowizên "Ji Rojnamegeran re Azadî", “Em Rojnameger in”, “Rojnamegerî Ne Sûc e” rakirin. Ewil Hevserokê DFG'ê Serdar Altan daxuyanî da. 
 
'4 ROJNAMEGER GIRTIN' 
 
Altan, anî ziman ku  dema dixwazin rastiyan serobino bikin berî her tiştî rojnamegeran dikin armanc û wiha got: "Ji ber ku rojnameger xwedî erkin ku yên tên jiyîn raste rast bigînin gel û vê yekê dikin. Bê guman ev jî li xweşiya hêzên îqtîdarê naçe. Ji ber vê yekê hebûna rêxistinên çapemeniyê yên azad û bê alî naxwazin. Me li cîhanê carek din ev jiya û dît. Li Wanê polîsan di sibeha 6'ê Cotmehê de bi buroya Ajansa Mezopotamya ya Wanê de girtin. Di heman saetê de polîsan bi ser malên 6 rojnamegeran de girt. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana JinNewsê Şehriban Abî, Rojnameger Nazan Sala û xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Fehim Çetîner û belavkara berê Şukran Erdem binçav kirin. Ji 6 hevalên me yên endamên çapemeniyê mixabin duh 4 heb sewqî dadgehê kirin û girtin."  
 
MA'YÊ ÎSPAT KIR KU TURGUT Û ŞÎBAN JI HELÎKOPTÊRÊ AVÊTINE' 
 
Altan, pirsa "Ev hevalên me çima binçav kirin û girtin?" pirsî û got: "Em bawer dikin ku hemû raya giştî bersîva vê pirsê dizanin. Ajansa Mezopotamya, bi belgeyan îspat kir ku Servet Turgut û Osman Şiban, li Navçeya Şaxê ya Wanê eskeran ew binçav kirin û ji helîkopterê avêtin. Rayedaran berê ev bûyer înkar kirin. Piştî bi belgeyan derxistin holê, êdî hewce bi gotinê nema. Piştî hewldana ku rastiyan ronî bike pêş ket, ajans kirin hedef. Pitre ji bo vê rastiyê belav bikin hevalên me yên rojnameger binçav kirin û piştre jî girtin."  
 
'JI BER RASTÎ RONÎ KIRIN BÛN HEDEF' 
 
Altan, bal kişand ser zextên li ser MA'yê û wiha berdewam kir: "Piştî xebatkarên Ajansa Mezopotamya ev nûçe çêkirin û rastî derxistin holê, zextên li dijî nûçegîhanan dest pê kir û pişte rojnameger binçav kirin. Piştî Servet Turgut jiyana xwe ji dest da, di sersaxî û şînê de polîsan raste rast Ajansa Mezopotamya kirin hedef. Polîsan ekîbê nûçeyan û nûçegîhan asteng kirin û kirin hedef. Piştre malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya asteng kirin. Xuya dike ku zext û tundiya li ser rojnamegeran têr nake, vê carê 4 hevalên me yên rojnameger berê binçav kirin û piştre bi hincetên pûç girtin. Bi hincetên bê kok û li dijî rastiyan hevalên me tawanbar kirin û girtin. Ji ber ku rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin, hem di lêpirsîna midûriyeta polîsan de, hem jî di lêpirsîna dozgerî û dadgehê de derket holê ku 4 rojnamegerên hatin girtin, bi temamî ji ber nûçeyên çêkirine hatin tawanbarkirin û girtin."  
 
'KILIF LI SÛC KIRIN' 
 
Altan, destnîşan kir ku ji bo rojnameeran tawanbar bikin, nûçeyên çêkirine, agahiyên li ser medya dijital parve kirine û hevdîtinên ku bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine wekî delîlên sûc nîşan dane û wiha lê zêde kir: "Ji bo wan wekî sûc pênase bikin kilif çêkirine.  Hêzên Îqtîdarê vê carê bi destê darazê li şûna kesên êrîşî mafên mirovan kirine darizînin û wan lêpirsîn bikin, rojnamegerên ku ev rastî ronî kirine raste rast kirine hedefa xwe. Êdî her tişt li hoyê ye. Ji ber ku hevalên me yên rojnameger ên hatin girtin, tenê ji ber nûçeyên çêkiriune hatine girtin. Em hemû şahidê vê yekê ne. Êdî hemû cemawerî û raya giştî vê rastiyê zanin. Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Ji bo ser rastiyan veşêrin û dengê rojnamegeran qut bikin rojnameger girtin."  
 
'ROJNAMEGERÎ NAYÊ DARIZANDIN' 
 
Altan herî dawî girtina rojnamegeran şermezar kir û got: "Em carek din girtina hempîşeyên xwe yên rojnameger, ku rastî ronî kirin û bi raya gişti re parve kirin, şermezar dikin. Em vê girtinê bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê zext, tundî, girtin û binçavkirina li dijî saziyên medya û xebatkarên çapemeniyê derketiye asta herî jor de, hêj bi dehan rojnameger girtî ne. Li gel van zextan, girtina rojnamegerên nû nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin 4 hevalên me yên Rojnameger ku duh li Wanê hatin girtin bi lez bên berdan. Em dibêjin Rojnamegerî Ne sûc e. #RojnamegerîNayêDarizandin." 
 
 
JI BER ROJNAMEGERAN RASTÎ RONÎ KIRIN HATIN GIRTIN
 
Li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Roza Metîna jî anî ziman ku îro ji ber rojnaemger mekanîzmaya zext û zordestiyê teşîr dikin hedef tên girtin û wiha got: "Em di serî de girtina hevalên xwe yên rojnamger şermezar dikin. Îro 2 gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin û rojnamgerên ev yek belge kirin bûn hedef. Îro hişmendiya ku tundiya salên 1990'î ya li ser civakê rewa dike û ev pergala heyî ya li ser nebûna gelê kurd xwe xwedî dike, û li ser aloziyê xwe xwedî dike îro bi heman şêwazê nêzî rojnamegeran dibe. Di her qadê de êrîşên xwe berdewam dike û di her qadê de bi zimanekî tund bersîvê dide têkoşînê. Lê niha hemû li dijî zor û zahmetiyê hemû rojnameger li qadan têdikoşin û rastiyan ronî dikin. Li dijî zilmê û li dijî zimanê nijadperest li ber xwe didin. Li gorî rapora DFG'ê îro 85 rojnameger di zindanan dene. Tevî van şertên zor di girtîgehan de ne. Bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Herî dawî koalîsyona jinan li ser Tirkiye raporek aşkere kir. Aşkere kir ku 65 rojnamegerên jin bi tundiyê re rû bi rû man. Îro Tirkiye di aliyê girtina rojnamegeran de li gorî cîhanê di rêza 3'emîn de ye. Ji ber rojnameger rastiyê ji raya giştî re radigihînin hedef tên girtin. Em wekî MKGP'ê dibêjin Rojnamegerî Ne Sûc e. Em li gel hempîşeyên xwe cih digirin. Demildest hevalên me bên berdan." 
 
'4 ROJNAMEGER BI OPERASYONA TOLHILDANÊ HATIN GIRTIN' 
 
Li ser navê TGS'ê jî Mahmur Oral axivî. Oral jî anî ziman ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye dojeh û didome. Oral, anî ziman ku duh dîsa 4 hempîşeyên wan hatin girtin û got: "Nûçegîhanên MA'yê Adnan Bilen û Cemîl Ogur, Nûçegîhana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamger Nazan Sala ji ber agahiyên ku rayedaran xwest veşartî bimîne deşifre kirin hatin girtin.Van 4 rojnamegeran ji ber li Wanê 2 welatiyên kurd ên ji Helîkoptêrê hatin avêtin kirin nûçe û bi raya giştî re parve kirin, bi operasyona tolhildanê hatin girtin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/10/2020
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin